Ev kurtenêrîn, ji we ra dibêje ka hûn dê çawa nûçeyan bi awayekî nivîskî, vîdeo û radyoyê peyda bikin.

Piraniya medyayên navborî bi Almanî, Îngilîzî an Erebî hene.

Kîjan nûçe di forma nivîsê de hene?

Spiegel Online

Spiegel Online portaleke nûçe ya online-ê ye ji bo kovara “Der Spiegel”. Ew nûçeyên li ser siyaset û her weha mijarên civakî pêşkêş dike. Spiegel Online bi Almanî heye (www.spiegel.de) û bi Îngilîzî (www.spiegel.de/international).

Zeit Online

Zeit Online malpera heftenameya Almanî ya “Die Zeit” ê ye. Ew piranî ya gotarên girêdayî civak û siyasetê pêşkêş dike. Zeit Online bi Almanî heye (www.zeit.de) û bi Îngilîzî (www.zeit.de/english).

Nachrichtenleicht

Nachrichtenleicht (www.nachrichtenleicht.de) malpereka nûçeyan e ku bi Almanî ya hêsan hatiye nivîsandin. Hûn ê li ser her cure nûçe, vîdeoyên kurt û heta podcastekê gotarên kurt bibînin (www.nachrichtenleicht.de/podcast-nachrichtenleicht.2134.de.html).

WDR ji bo we

WDR ji bo we malpereke nûçeyan e ji bo penaberên xwedî agahî û belge, her wiha şahî û xizmetên ji bo zarokan. Ew bi zimanên Almanî, Îngilîzî, Erebî û Farisî li ber destê ye. Ji bo jiyana li Elmanyayê jî vîdeoyên kurt ên bi şîretan hene (http://www1.wdr.de/nachrichten/wdrforyou).

Her wiha, piraniya malperên rojnameyên sereke yên rojane yên Alman yên mîna “Süddeutsche” (https://www.sueddeutsche.de/ an international.sueddeutsche.de) an jî “Welt” (https://www.welt.de/ an https://www.welt.de/english-news) nûçeyên bi Almanî û Îngilîzî hene.

Kîjan nûçeyên vîdyoyê hene?

Tagesschau

“Tagesschau” bernameya herî navdar a nûçeyan a Almanî li ser televîzyonê ye. Hûn dikarin her roj saet 8ê şev (û di demên din de) li ser weşana ARD temaşe bikin an jî li ser malperê (www.tagesschau.de/). Li wir hûn dikarin di nav 100 çirkeyan de guhertoya vîdyoyê ya kurt a bi Almanî jî bibînin (https://www.tagesschau.de/100sekunden/).

Tagesschau in Einfacher Sprache

Armanca “Tagesschau in Einfacher Sprache” ew e ku nûçeyên girîng bigihînin her kesî. Nivîs bi awayekî zelal û têgihîştî hatine nivîsandin û peyvên sade û hevokên kurt bi kar tînin. Her roja Înê nûçeyên herî girîng ên hefteyê bi zimanekî zelal tên weşandin.

Ev servîs bi taybetî dibe alîkar ka hûn almanî hîn bibin. Ne tenê hûn dikarin têgihiştina xwe ya li ser ziman bi pêş bixin, di heman demê de hûn dikarin bûyerên niha ku li Almanya û cîhanê diqewimin jî hîn bêhtir bibînin.

ZDF bi zimanên Erebî û Îngilîzî

ZDF mezintirîn weşana Alman e û nûçe û pêşandanên din pêşkêşî dike. Hilbijartinek pêşandan bi serhêl bi jêrnivîsên îngilîzî (www.zdf.de/international/zdfenglish) an jî Erebî (www.zdf.de/international/zdfarabic) hene.

Rêbernameya ARD ji bo penaberan

Rêbernameya ARD ji bo Penaberan, nûçeyên li ser mijarên aktûel ji ARD bi Erebî û Îngilîzî (di hin rewşan de, bi Darî, Paşto û Urdu an jî Almanî ya hêsan) pêşkêş dike.

Her wiha mimkin e ku jêrnivîs werin çalak kirin: https://www.daserste.de/specials/service/barrierefreiheit-im-ersten-untertitel-deutsch100.html.

Kîjan nûçeyên radyoyê hene?

Radyoya Penaberan a WDR

Radyoya Penaberan a WRD bernameyeke taybet a radyoyî ji bo penaberan e. Bername rojane du caran bi Erebî û Almanî ber dest in (http://www1.wdr.de/radio/cosmo/programm/refugee-radio/).

Nûjenkirina Dawîn: 01.08.2024