Mehkeme: beşa girîng a pêvajoya penaberiyê

Ev belavok hatiye dîzaynkirin da ku ji we re bibe alîkar ji bo xwe amadekirina we ji bo mehkeme le ser sedmên revê.

Heke ji we re tê xwestin ku hûn li ser riya rêwîtiya xwe biaxivin, hûn ê Dublin-III-mehkeme heye. Di mehkemeya Dûblînê de, BAMF (Daîreya Koç û Penaberan a Federal) biryarê bide ka pêvajoya penaberiya we li Almanya an jî welatekî din ê Yekîtiya Ewropayê bê birêveçûn.

Mehkemeyên li ser rêya we ya rêwîtiyê û sedemên revê bi giştî di du rojên cuda de pêk tên, lê mumkin e ku di eynî demê de jî pêk bên.

Mehkeme randevûyeke pir girîng e. Pêdivî ye ku hûn tevlî mehkemeyê bibin û baş xwe amade bikin. Heke hûn nexweş bin û ji ber vê yekê nikarin beşdar bibin, divê hûn di zûtirîn dem da agahdariyê bidin BAMFê û belgeya bijîşkîyê pêşkêş bikin.

Daîreya Federal biryar dide ku li ser bingeha daxuyaniya we statuya parastinê ya li Almanyayê bide we an na. Eger hûn tevlî rûniştinê nebin û sedemekê pêşkêş nekin, dibe ku pêvajoya penaberiyê biqede.

Eger BAMF li gorî berjewendiya we de biryarê bide, dibe ku statûya parastinê ya li jêr bê dayîn:

Asyl (Peneberî): Heke hûn ji ber taybetmendiyeke takekesî hatine şopandin û rasterast hatine Almanyayê.

GFK Flüchtlingseigenschaft (statuya penaberiyê): Heke hûn ji ber taybetmendiyeke takekesî hatine sopandin.

Subsidiären Schutz (parastina pêvek): Heke hûn di xetereya zirarek cidî de bin, wek mînak ji ber şerê navxweyî.

Abschiebungsverbot (qedexeya dersînorkirinê): Heke xeterek taybetî li ser jiyan, rewşa fîzîkî an azadiya we de hebe.

Rewşa mehkemeyê û amadekariyê

Kî dê li wir be?

Mehkeme wê li ofîseke BAMF-ê pêk were.

Karmendekê BAMF-ê dê mehkemeya we bi rê ve bibe. Heke hûn biçûk in an jî mexdûrê travmayê bin, divê hûn BAMF-ê ji berê ve agahdar bikin. Mafê we heye ku hûn daxwazê karmendekî bikin ku bi taybetî ji bo rewşa we ya eleqedar hatibe meşqkirin. Heke ji ber regeza we zilm li we hatibe kirin, hûn dikarin ji kesekî heman regezê bixwazin ku mehkemeyê bi rê ve bibe (eynî ji bo wergêr jî derbas dibe).

Hûn dikarin kesekî bixwe re bînin ji bo ku di dema mehkemeyê de piştgirîya we bike. Ew kes nabe penaxwaz be û divê bi xwe re forma nasnameyê jî bîne. Hûn divê ji berê ve di derbarê eskorta xwe de BAMF-ê agahdar bikin. Her weha hûn dikarin parêzerekî jî bi xwe re bînin mehkemeyê. Heke hûn di bin 18 salî de bin, divê welî bi we re bê.

Li wir wergêrek amade be. Wergêr dê gotinên te bi temamî wergerîne. Heke hûn wergêr bi temamî fam nekin an jî hîs dikin ku ew bi awayekî rast wernagerîne, divê hûn fikarên xwe bînin ziman. Pirsgirêk divê bên tomarkirin. Heke pêwendî pir xirab be, divê hûn wergêrek din daxwaz bikin. Mimkin e ku mehkeme were paş xistin.

Mehkeme dê çawa were belgekirin?

Hemû belgeyên xwe yên ku delîlên bûyerên herî girîng in li gel xwe bînin (wekî mînak, name, ragihandinên fermî, bawername, belge, wêne). Ya herî baş ew e ku hûn nivîsan ji berê da wergerînin û wêneyan çap bikin. Her weha hûn dikarin vîdeo û wêneyan li ser çîpek bîranînê bişînin an jî li ser têlefona xwe nîşan bidin.

Qeydek an tomarek ji vegotinên we di mehkemeyê de were çêkirin.

Ev protokol pir girîng e, ji ber ku ew bingeha biryara statûya we ya parastinê pêk tîne.

Tomar bi Almanî be. Di dawiya mehkemeyê de, ji we were pirsîn ka hûn kopiyek ji tomarê bi zimanê xwe dixwazin. Hûn ê divê teqez vê pêşniyarê qebûl bikin. Vê derfetê bi kar bînin da ku hûn kontrol bikin ka her tişt bi awayê ku we dixwest hatîye nivîsandin. Hûrgilîyên ku we ji bîr kirîye, lê zêde bikin û xeletîyan sererast bikin. Pir zehmete ku di demekê din de serrastkirinê bikin. Di dawîyê da, ji we tê xwestin ku tomarê îmze bikin. Daxwaza kopiyek ji tomarê berî biryarê di posteyê de ji we re bê şandin.

Gotûbêj

Mehkeme bi hin pirsên kurt ên di derbarê we de dest pê dike, wek ol, perwerde, pîşe û navnîşana dawîn a li welatê xwe de, her weha wek mînak dîrokên derketina we ji welatê xwe û hatina we bo Almanyayê. Tiştê ku hûn divê bikin, bersivdana van pirsan bi awayekê kurt e.

Çima hûn welatê xwe ya eslê hêla û hatin Almanyayê?

Paşê ji we re tê pirsîn ka çima we welatê xwe ya eslê hêlaye û hatinê Almanyayê. Bersiva vê pirsê ji bo we pir girîng e. Pêdivî ye ku hûn ji wan re her tiştî bibêjin, di derbarê ka çima hûn ji mala xwe derketin e û çima we nikarîbû li deverek din li welatê xwe malek ji xwe re bibînin. Ev di derbarê we de ye, wekî kesek, çîroka we ya şexsî û sedemên we yên kesane ye.

Hûn divê vebêjin ku rewş ji bo we çawa bû. Bibêjin çika û çima hûn di xetereyê de bûn û gelo hûn ê hîn jî di xetereyê de bin heke hûn vegerin. Ev dikare jî nexweşiyek be ku bi rêkûpêk nayê derman kirin.

Hewl bidin çîroka xwe bi rengekî kronolojîk vebêjin, bi hemû bûyerên girîng bi rêza ku qewimîn e. Bi qasî ku hûn dikarin taybetî: û durust bibêjin: bi rastî çi hat serê we û kengê, li ku, ji aliyê kê ve û çima çêbû? Gelek hûrgilîyan pêşkêş bikin. Karmendê BAMF dê bikaribe çîroka we çêtir fam bike heke hûn bêtir hûrgiliyan bidin. Her wiha behsa rewşa rojane ya ku hûn difikirin jî bikin û bînin bîra xwe ku karmendê BAMFê rewşa welatê we nedîtiye. Hûn dikarin jî ji wan re bibêjin ku hûn di rewşên taybetî de çawa hîs kirye.

Piştrast bikin ku vegotina we tu dijayetiya esasî tune ye.

Heke hûn nikarin hemû hûrgilîyan bi bîr bînin, ji wan ra bibêjin. Di rewşên weha de, divê hûn, wek nimûne, texmîn kirina dîrokan bi qasî ku mimkin e nêzîk bibin. Dema ku hûn dîrokan pêşkêş dikin, hûn dikarin salnameya welatê xwe bi kar bînin. Dibe ku hin tengasiyan di derheqê peyvîn li ser hin serpêhatiyên neyînî hebe, lê bi qasî ku dikarin behsa wan bikin. Karmendê BAMF belkî hin pirsan ji we bike dema ku hûn vegotinên xwe didin. Hûn divê bi berfirehî bersiva van jî bidin. Heke hûn pirsekê fêm nakin, berî ya bersivdanê dîsa bipirsin.

Ji bo vê dijwariyê, xwe ji aliyê hişkî ve amade bikin. Di mehkemeyê de bi qasî ku hewcehîya we pê heye wext bigirin. Heke pêdivîya we bi bêhnvedanê hebe, wisa bibêjin.

Piştî mehkemeyê

BAMF dê biryara daxwaznameya we bi nameyê ji we re bişîne. Piştrast bikin ku BAMF-ê navnîşana weya rast heye û her roj e-nameya xwe kontrol bikin.

Heke BAMF-ê Daxwaznameya we red bike an jî statuya parastinê ya ku hûn bawer dikin ku mafê weye nestînin, hûn dikarin li ber Dadgeha Îdarî îtîrazê bikin. Ji kerema xwe bala xwe bikşînin dema dawî ku di biryara we de hatî destnîşan kirin (1 an 2 hefte). Bêyî derengî şîreta qanûnî bistînin.

Xizmetên piştgiriyê

Beratungsstelle in Rahlstedt (navenda şêwirmendiyê li Rahlstedt)
Dûşem 1ê paşnîvro – 5ê êvarî, Saselerstraße 21, 22145 Hamburg (Bürgerhaus in Meiendorf), ji ZEA-yê 10 deqe meş e.

Refugee Law Clinic (Klînîka Hiqûqê ya Penaberan)

Ji bo pêvajoya Dublînê, vêk-ketinên malbatê, amadekirina mehkemeya penaberiyê û herweha ji bo penaberên jin, keç û LGBTI şêwirmendiya hiqûqî ya bê pere heye, www.rlc-hh.de

Şêwirmendî bi axaftina vîdyoyê: Înê 3ê êvarê heya 6ê êvarê, heta roja Pêncşemê 8ê êvarê bi e-nameyê qeyd bikin: rlc-beratung@uni-hamburg.de (heke wergêrek hewce bike, ji kerema xwe wiha diyar bike); lînka axaftina vîdyoyê dê bi e-nameyê were wergirtin.

ÖRA (agahdariya qanûnî ya gelemperî)
Dammtorstraße 14, ji kerema xwe randevûyekê çêbikin: +49 40 428433072 (Dûşem heta Înê 8ê sibê heta 2ê paşnîvro), www.hamburg.de/oera/

Café Exil
Hammer Straße 10, +49 40 2368216, Dûşem û Sêşem: 8ê sibê heya 2ê paşnîvro, Pêncşem: 3:30 êvarê heta 6ê êvarê Înê (tenê jinan): 9ê sibê heta 1ê paşnîvro, Çarşem girtî ye, http://cafe-exil.antira.info/

Fluchtpunkt Luthergemeinde Bahrenfeld
Eifflerstraße 3, fluchtpunkt@diakonie-hhsh.de, şêwirmendî bi rêya telefonê: +49 40 43250080 (Dûşem 9:30 sibê heya 1ê paşnîvro, Çarşem 10ê sibê heta 2ê paşnîvro), Şêwirmendî bi şexsî (testkirî, vaksînkirî an jî başbûyî piştî nexweşiyê û rûdanka bijîşkî li xwe bikin): Çarşem 10ê sibê heya 2ê paşnîvro, www.fluchtpunkt-hamburg.de

Flüchtlingszentrum
Adenauerallee 10, ji kerema xwe randevûyekê çêbikin: info@fz-hh.de, +49 40 2840790 (Dûşem û Înê: 9ê sibê heya 1ê paşnîvro û 2ê paşnîvro heya 4ê êvarê, Sêşem û Pêncşem: 9ê sibê heya 1ê paşnîvro û 2ê paşnîvro heya 5ê êvarê, Çarşem: 2ê paşnîvro heya 5ê êvarê), www.fz-hh.de

Zuletzt aktualisiert: 12.01.2022