Bi zêdetir ji 1.8 milyon niştecîh, Hamburg piştî Berlînê duyemîn bajarê herî mezin ê Almanyayê ye. Bajar jî yek ji 16 eyaletên federal ên Almanyayê ye.

Li vir hûn dikarin li ser hin dîmenên herî girîng ên Hamburgê û li ser karanîna sîstema veguhastina giştî agahdarî bibînin.

Pêdivî ye ku hûn li ser platform, otobus û trênan rûdankek bijîşkî (rûdanka FFP2 an rûdanka emeliyatê) li ser dev û difinê xwe bikin.

Balkêşî 

Alster, çemekî li navenda Hamburgê ye. Hûn dikarin ji Pira Lombard dîmenek xweşik a navenda bajêr bistînin. Ji bo meşîn û bisiklêtê rêyek 7 km li ser Alster heye. Di havînê da, hûn dikarin li cihên nîşankirî yên Alsterê goşt biraştin bikin.

Jungfernstieg (îstgeha U/S Bahn Jungfernstieg) tam li kêleka Inner Alsterê ye. Jungfernstieg kolanek kirrûbirrê ya balkêş û pir hezkirî ye. Rathausmarkt û şaredariya Bajarê Hamburgê ji Jungfernstieg dûr nîne. Şaredariya Bajarê cihê hikûmet û parlemana Hamburgê ye. Hûn dikarin di nava rojê de bêpere serdana hin beşên Şaredariya Bajarê bikin.

Hamburger Hafen (Bendera Hamburgê) li ser Çemê Elbeyê ye û mezintirîn bendera behrê ya Almanyayê ye. Hûn dikarin bi derketina li îstgeha U/S Bahn Landungsbrücken dîmenên baş ên çem û benderê bistînin. Gêrîbotên bendera HADAG ji îstgeha Landungsbrücke derdikevin, hûn dikarin bi bilêteka HVV rêwîtiyê van bikin.

Du navçeyên Speicherstadt û HafenCity li rojhilatê Landungsbrücken (U1 Meßberg, U3 Baumwall, U4 Überseequartier) ne. Speicherstadt navçeyeke embarê ya dîrokî ye û cîheka Mîrateya Cîhanê ya UNESCO ye ku bi mîmariya xwe ya bi acûra sor û rêyên xwe yên avê di navbera avahiyan de navdar e. HafenCity navçeyeke ku nû hatîye çêkirin ku bi mîmarîya xwe ya modern hatîye pênasekirin. Yek avahiyek berbiçav mala konserê ya Elbphilharmonie ye.

Elbstrand peravekê piçûk e li kêleka benderê. Hûn dikarin bi otobusa jimare 112 an ferîbota 62 (îstgeha Övelgönne) biçin wir.

U3 li gelek cihên ji bo dîtinê li Hamburgê (Sankt Pauli, Landungsbrücken, HafenCity, Stadtpark) disekine û li derdora bajêr gereke biçûk pêşkêş dike.

Veguhestina giştî bi Hamburger Verkehrsverbund (HVV) ve 

Hûn dikarin bi trênan an jî bi otobusê biçin gelek cihên Hamburgê. Xizmetên metroya U û S Bahnê di nava hefteyê de her 5-10 hûrekan heta 11ê şevê dixebitin. Şevên Înî û Şemiyê, trên tevahiya şevê bi navberên 20 hûrekî diçin.

Hûn dikarin bêtir agahdarî li ser bilêtan an demjimêran li xalên karûbarê yên HVVyê li îstgehên jêrîn de bibînin:

  • Hauptbahnhof
  • Jungfernstieg
  • Dammtor
  • Berliner Tor
  • Steinstraße

Hûn dikarin navnîşek ji tevahî ya xalên karûbarê li vir bibînin: www.hvv.de/de/service/servicestellen/

Her weha hûn dikarin bêtir agahdarî li ser malperê www.hvv.de/en an jî bi karanîna sepana belaş ya HVV bistînin.

Ji kerema xwe ji bîr nekin ku tora HVV ji qada metropolê ya Hamburgê wêdetir dirêj dibe, lêbelê ser navê qanûnê ji we tê xwestin ku heya ku hûn di navendek pêşwaziya serekê de dijîn (Erstaufnahmeeinrichtung) di nav sînorên bajêr de bimînin.

Livînbarî ji bo her kesî

Li vir hûn dikarin nexşeyek bi sembolan bibînin ku nîşan dide ka kîjan îstgehên U- û S-Bahn li Hamburgê ji bo kesên astengdar bi tevahî têne gihîştin da ku ew bi tenê û bi piranî bêyî hewcedariya alîkariya kesên din bigerin û biçin (barrierefrei). Ev nîşan bi Almanî li milê çepê têne ravekirin: https://www.hvv.de/resource/blob/2446/b98693006b688e14d5b64bd3eff842ce/hvv_mfa_usar-plan_einstiegshilfen.pdf

Wekî din, agahdariya zindî li ser qabiliyeta karkirina asansoran li îstgehan heye: https://www.hvv.de/de/aufzuege

Hûn dikarin li ser mijara “Livînbarî ji bo her kesî” ji hêla HVV ve li vir (bi Almanî) bêtir agahdarî bibînin: https://www.hvv.de/de/mfa

Bilêtan 

Wekî niştecîhek li navendeka pêşwaziya serekê (Erstaufnahmeeinrichtung), ji bo hemî veguhestina giştî ya li Hamburgê (herêmên A û B) jî dê Bilêtek Mobility HVV (Mobilitätskarte) ji we re were dayîn. Hûn ê bilêtê li Ankunftszentrum (navenda gihîştinê) bistînin. Hûn dikarin wê li Ausländerbehörde (ofîsa hemwelatiyên biyanî) li Hammer Straße 30-34 nû bikin.

Bilêt divê were vegerandin gava ku hûn biçin xaniyên duyemîn (Folgeunterkunft) an jî destûra rûniştinê (Aufenthaltserlaubnis) bistînin.

Dûv re divê hûn li HVV bilêtek bikirin:

  • Dema ku hûn bilêtek mehane ya HVV bikirin, mafê we heye ku hûn erzaniyek zêde (Sozialrabatt) bistînin. Li ofîsa ku hûn alîkariyên xwe lê werdigirin (Grundsicherungsamt/Ofîsa Ewlekariya Bingehîn (Fachamt für Grundsicherung und Soziales, Ofîsa ji bo lêzêdekirina xanenişîniyê li ser bingeha hewcedariyê di pîrbûnê de û di bûyera kêmbûna dahatê de û ji bo karûbarên civakî) an Navenda Kar (Jobcenter team.arbeit.hamburg, navenda kar)) hûn dikarin formek bistînin. Vê gavê, îhtîmal e ku hûn telêfon bikin ofîsê an jî e-nameyek ji wan re bişînin ku hejmara referansa xwe (Kundennummer an Bedarfgemeinschaftsnummer) û hejmara kesên ku hewceyê erzanîyê ne diyar bikin. Piştre form ji we re bê şandin. Bi vê formê hûn erzaniyê (Sozialrabatt) distînin dema ku hûn bilêtek mehane li xaleka servîsê ya HVV bikirin. Agahiyên bêtir li ser erzaniyê (Sozialrabatt): https://www.hamburg.de/sozialkarte/14947422/sozialrabatt-hvv/
  • Çend bilêtên din jî hene. Hûn dikarin ji ajokarê otobusê di otobusê de, ji makîneya bilêtê, di sepana HVV de an jî li yek ji xalên servîsê ya HVV bilêtan bikirin.

Hûn ne hewce ne ku îtîbar danin ser bilîta xwe. Dema ku hûn bi otobusê diçin, divê hûn li derî ya pêşî ya otobusê têkevin û bilêta xwe nîşanî ajokarê otobusê bidin. Çavdêrên bilêtê dikarin bilêta we li otobus û li U an S Bahn de kontrol bikin. Ew dikarin bilêtan li ser platformên U- û S-Bahn jî kontrol bikin. Ji ber vê yekê, divê hûn her gav bilêta xwe biparêzin heya ku hûn ji îstgehê derketin!

Cûreyên cûda yên bilêtan hene: 

  • Bilêtên yekane (Einzelkarten) ji bo rêwîtiyek derbasdar in û ji bo kesên ku pir caran otobusan bikar neynin minasib in. Heke hûn bilêta xwe ya yekane ji ajokarê otobusê bikirin, divê hûn ji wan re bibêjin ku hûn diçin kîjan rawestgehê. Ajokarê otobusê wê hingê bilêta rast ji we re bifroşe. Heke hûn makîneyek bikar bînin, hûn dikarin li beşa çepê ya jorîn bikirtînin da ku rawestgeha cîhê xwe binivîsin.
  • Hûn dikarin bilêtên heftane û mehane (Wochenkarten û Monatskarten) li xalên servîsê ya HVV, serhêl (https://www.hvv.de/en/tickets/weekly-monthly-tickets/24-7-season-tickets-site) an jî bi navgîniya sepana HVV-App bikirin. Wêneyeka pasaportê hewce ye.
  • Bilêtên demsala nîvdem (Teilzeit-Karten), bilêtên bi bihayên taybet in. Bilêtên demsala nîvdem (Teilzeit-Karten) ji bo rêwîtiya Duşemî heta Îniyê ji saet 6ê sibê – 9ê sibê û 4ê êvarî – 6ê êvarî NE derbasdar in. Bilêteka demsala nîvdemê (Teilzeit-Karte) dibe ku ji hêla yek mezin û heya sê zarokan (ji 6 heta 14 salî) ve were bikar anîn. Hûn dikarin li xalên servîsê ya HVV an jî li serhêl bilêtên demsala nîvdemê (Teilzeit-Karten) bikirin (https://www.hvv.de/en/tickets/weekly-monthly-tickets/off-peak-season-ticket).

Zarokên di bin 6 saliyê de ji bo bikaranîna veguhestina giştî ne hewceye bilêt bikirin.

Nûjenkirina Dawîn: 12/01/2022