Bingehîn: girêbesta mobîl

Pêdivî ye ku hûn SIM-karteyek Almanî bikar bînin ji bo bilind nebûna bihayên têlefon û girêdana înternetê. Hûn dikarin di navbera girêbestek mobîl û tarîfek pêşînekirî de hilbijêrin.

Heke hûn girêbestek mobîl çêkin, hûn ê fatûreyek mehane werbigirin, û xerc dê bi gelemperî ji hesabê weya bankê were derxistin. Divê hûn ji girêbestên demdirêj ên ku bi pranî heta du salan we bi pêşkêşvanek ve girêdidin û guhartina tarîfan dijwar dike, dûr bisekinin.

Tenê girêbestên ku hûn bi rastî fêm dikin îmze bikin. Kesekî ku baş bi Almanî diaxive, bila bi we re biçe an jî berî ku hûn girêbestê îmze bikin nîşanî wan bidin. Ev bi taybetî ji bo girêbestên ji aliyê xebatkarên operatorên mobîl e ku li cîhê rûniştina we serdana we dikin. Hemû belgeyan girêdayî girêbesta xwe ve bihêlin.

Tarîfên pêşînekirî bêyî dema girêbestek diyarkirî, minasib in. Bi girêbesteka pêşînekirî hûn ê kredîyê bistînin (bi piranî €10), ku paşê hûn dikarin ji bo têlefon kirinê an jî lêgerîn li ser înternetê bikar bînin. Dema ku kredî hat bikar anîn, ew dikare were zêdekirin. Girêbestên pêşînekirî dikarin li dermanxane, supermarket û benzînxaneyan werin dîtin. Hûn SIM karta ji bo mobîla xwe li dikanê distînin û paşê dikarin krediyê zêdetir bistînin.

Bi tarîfeya pêşînekirî, hûn dikarin pakêtên mehane yên ku di nav de têlefon û înternetê bi nirxeka rast tê de hene, rezerve bikin. Ev pakêt tênê çalakkirin heke hûn di têlefonê da têra xwe kredî hebe. Ev dihêle ku hûn lêçûnên xwe baştir kontrol bikin.

Ji bo ku hûn girêbestek mobîl îmze bikin an jî tarîfek pêşînekirî bikar bînin, divê hûn belgeya nasnameyê (mînak belgeya gihîştinê (Ankunftsnachweis), destûra mayîna li benda biryara penaberiyê (Aufenthaltsgestattung), rawestandina dersînorkirinê ya demkî (Duldung) an jî pasaportê) û navnîşana xwe jî bidin. Li vir di destpêkê de hûn dikarin navnîşana navenda pêşwaziya serekê (Erstaufnahmeeinrichtung) bikar bînin. Heke hûn derbasî cihekî nû yê mayînê bibin, divê hûn navnîşana xwe ya nû bidin pêşkêşvanê xweya mobîl.

Hilbijartina tarîfekê: têlefonên li derveyî welat, hêjmara daneyan û têlefonkirin di nav Almanyayê

Dema hilbijartina tarîfek, girîng e ku meriv pêşkêşvanên cihêreng bide ber hev. Bihayan dikarin ji hev pir cuda bin li gorî kîjan welatên ku hûn dixwazin têlefon bikin. Divê hûn bizanin ku heqê her têlefonkirinek 15 sênt e ji bilî heqa axaftin ji deqîqe de. Ji ber vê yekê têlefonkirinên dirêjtir bi rêjeyek erzantir in. Wekî qaîde, bihayên ji bo deqîqeyekê ji 25 sentî zêdetir, biha tên hesibandin.

Pêşkêşvanên navdar ên ji bo tarîfên derveyî ya welat, Lebara (Bosna û Herzegovina, Eritrea, Îraq, Nîjerya, Pakistan), Lycamobile (Eritrea, Urdun, Lubnan, Nîjerya, Pakistan, Sûriye, Tirkiye), Mobilka (Rûsya, Ûkrayn, Kazakistan), NettoKom (Iraq), Ortel Mobile (Afxanistan, Iraq) Simquadrat (Sûriye) û Vodafone (Îran, Tirkiye) hene. Hûn dikarin agahdariya berfireh bi serhêl rasterast bi pêşkêşvanan re bibînin. Her wiha hemû şîrketan vebijêrkên daneyên pêvek pêşkêş dikin ku hûn dikarin di telefona xwe da li ser înternetê bigerin. Bihayan li vir jî berhev bikin!

Heke hûn dixwazin di hundurê Almanyayê da gelek têlefonan bikin, peymaneka mobîl ya zêde bi piranî girîng e. Pêşkêşvanên têlefonkirinên erzan ên derveyî bi pranî ji bo têlefonkirinên li hundurê Almanyayê biha ne. Ev ji bo tarîfên daneyê jî derbas dibe. Wekî mînak, heke hûn xizmetên pevaxaftinê yên wekî Viber, WhatsApp an jî Skypeyê bi kar tînin, wê hingê tarîfeyeke daneyan ya Alman bes e. Hûn bi rêya înternetê û ne bi rêya tora têlefonê bi derveyê welat ve girêdayî ne.

Pêşkêşvanên sereke yên Alman ên girêbestên pêşînekirî a Congstar, Aldi Talk, Telekom, O2 û Vodafone hene. Her weha hûn dikarin li ser înternetê bi pêşkêşvanan re an jî bi şexsî li dikanê agahdariya li ser vê yekê bistînin.

Wi-Fi ya bêpere

Înîsîyatîfa Freifunk.Hamburg-ê li hemû bajarî Wi-Fi ya belaş/bêpere pêşkêş dike. Ji bo vê, tora “Hamburg.freifunk.net” (navê SSID/WLAN) hilbijêrin. Hûn dikarin di bin knotenkarte.de an jî bi alîkariya sepana “Freifunk” ji bo iOS-ê û “freifunk-karte” ji bo Android-ê bi înternetê ve girêdayî çêkin.

Wekî din, pêşkêşvanên înternetê yên herêmî tora Wi-Fi ya belaş a MobyKlick ava kirin e. Ji bo ku hûn Wi-Fi bikar bînin, li cîhê gihîştinê tora “MobyKlick” (navê SSID/WLAN) hilbijêrin û di geroka xwe de li ser “Verbinden” (“girêdan”) bikirtînin. Piştre, hûn dikarin înternetê ji bo çar saetan bêpere bi kar bînin. Hûn dikarin xalên gihîştinê bibînin li: www.mobyklick.de/karte. Hûn dikarin MobyKlickê di otobusan da û di mêtroyê da jî peyda bikin.

Li Hamburg Bücherhallen û gelek qehwexane û firoşgeh cihên wifi hene. Her weha hûn dikarin li Hamburg Hauptbahnhof, li stasyonên trênê yên Altona û Harburg (“WIFI@DB” (bêsînor) û navê SSID/Wi-Fi bêpere bigihîjin înternetê: Telekom (ji bo 30 deqîqeyan)).

Nûjenkirina Dawîn: 12.01.2022