Rêveberiya Civakî

Rêveberiya Civakî ji bo bicihbûna we destpêka girêbesta we ji bo her pirsek e. Heke pirseke we hebe li her derekê ku pêdivî be ew dikarin şewrê bidin we û servîseke din pêşniyar bikin.

Rênîşandera agahiyan

Rênîşandera agahiyan (IGRI bi kurtasî), ew xwebexş in ku di komên biçûk de mehê carek ji bo alîkarîkirina we tên.

Bi hêsanî bi IGRIan re biaxivin. Ew bersiva pirsên we didin û yên di nav malperê de ji we re şirove dikin. Yên IGRI alîkariya we dikin ku li egera derketina kêşeyek ajansên mafê bibînin û li ser wan projeyên alîkarî ku belkî paşerojê ji we re bisûd bin, bi we re diaxivin. Ew alîkariya we dikin ku ji email û malperên ser înternetê fam bikin.

Yên IGRI li ser pêvajoya penaberî, hînbûna Almanî, perwerde û xebat, servîsên alîkarî, tendirustî, jiyan li Hamburgê û gelek tiştên din agahiyan didin we. Zanyariyên herî girîng ên kurteya namîlkeyan. Niha, ev namîlke bi zimanên almanî, îngilîzî, erebî, farisî, kurdî û tîgrînî hene.

Niha em li dildaran digerin ji bo ku li gel IGRIyan biçin ji bo bicihkirin û alîkariya wergerandinê. Gelo hûn ji van zimanan zimanek yan zêdetir ji zimanekî dizanin? Bi rêya freiwillige@we-inform.de têkilyê bikin!

Print Friendly, PDF & Email