Nîşe: Ji kerema xwe bizanibin ku ji ber pandemiya Koronayê, dibe ku ev çalakî û projeyan niha neqewimin an jî bi rengekî din pêk werin. Ji ber vê yekê, divê hûn her gav bi projeyan re têkilî daynin da ku hûn bizanin ka derfetên hevdîtina mirovên ji Hamburgê niha çi ne.

Gelek derfet hene ku mirovên ji Hambûrgê nas bikin. Wekî mînak:

Bernameyên mentoriyê

Ma hûn dixwazin şêwirmendekê we hebe? Kesekî ku demeke dirêj e li Almanyayê dijî û dikare alîkariyê bide we? Kesekî ku hûn dikarin pê ra li hambûrgê bigerin? Kesê ku dikare alîkariya we bike almanî fêr bibin, li xanîyekî bigerin an karekî bibînin?

Li Hamburgê gelek bernameyên şêwirmendiyê hene, wekî:

  • Harburg: Human@Human, Harburger Schloßstraße 14, http://human.hamburg/.
    Meriv çawa şêwirmendek peyda dike: Bi rêya e-nameyê bi projeyê re têkiliyê daynin (human@human.hamburg) or phone (+49 40 68911931)
  • Hamburger mit Herz: Gemeindezentrum St. Markus, Heider Straße 1, https://www.hamburger-mit-herz.de/projekte/mentoring/
    Meriv çawa şêwirmendek peyda dike: Bi Claudia Westhaus re (westhaus@hamburger-mit-herz.de, +49 151 64866809) bi e-nameyê an WhatsApp-ê re têkilî daynin. Dûv re dê li ofîsa wan civînek were çekirin an jî bi rêya telefona vîdeoyê da ku we nas bikin û dûv re ew ê ji we re li şêwirmendek bigerin.
  • Flüchtlingshilfe Harvestehude, Heinrich-Barth-Straße 19, https://www.fluechtlingshilfe-harvestehude.de/
    Meriv çawa şêwirmendek peyda dike: Bi rêya têlefonê, WhatsApp, Telegram an e-nameyê bi projeyê re têkilî daynin (paten@fhh-portal.de, + 49 177 1989061). Di derbarê xwe de hin hûrguliyan ji wan re bêjin (mînak, hûn çend salî ne, hûn ji ku derê ne, çima hûn li şêwirmendekî digerin, hûn di kîjan astê de bi Almanî diaxivin an hobiyên we çi ne). Divê hûn jixwe karibin hinekî Almanî (li dora asta A2) biaxivin. Piştî ku şêwirmendek ji we re hate dîtin, hûn dikarin bi şêwirmend re randevûyekê çêbikin da ku hevûdu nas bikin.
    • Bergedorf: Flüchtlingshilfe Bergedorf (Alîkariya Penaberan Bergedorf), Serrahnstraße 1, https://www.fluechtlingshilfe-bergedorf.de/
      Meriv çawa şêwirmendek peyda dike: Bi rêya e-nameyê bi projeyê re têkiliyê daynin (info@fluechtlingshilfe-bergedorf.de or paten@fluechtlingshilfe-bergedorf.de). Ji bo naskirina we, hûn dê ji bo civînê bên vexwendin. Dûv re, ew ê ji we re li şêwirmendek digerin.
    • Lokstedt: Herzliches Lokstedt, https://www.herzlicheslokstedt.hamburg/
      Meriv çawa şêwirmendek peyda dike: Bi rêya e-nameye, têlefonê, WhatsApp, an jî Facebook bi projeyê re têkilî daynin (info@herzlicheslokstedt.de, + 49 151 44569336). Ji wan re bêjin, çima (ji bo kirina çi cûre tiştan an piştgirî kirin) hûn ê li şêwirmendek digerin. Ji bo naskirina we, hûn dê ji bo civînê bên vexwendin. Dûv re, ew ê ji we re li şêwirmendek digerin.
    • Wilhelmsburg: Tandem project Die Insel hilft, Erlerring 1, https://die-insel-hilft.de/, meriv çawa tandemek peyda dike: Bi rêya e-nameyê bi projeyê re têkiliyê daynin (tandem@die-insel-hilft.de) an jî telefonê (+49 176 432305054). Ji bo naskirina we hûn ê ji bo civînekê werin vexwendin (ji ber pandemiya koronayê civîn dê bi rêya Zoomê were kirin). Dûv re, ew ê ji bo we li hevalbendekê tandem digerin.

    Pir caran, hûn bi projeyê re têkilî daynin, dûv re ew ê ji we re li şêwirmendek bigerin û dûv re hûn dikarin şêwirmendê bibînin ku hevûdu nas bikin.

    Şêwirmendê we dikare di serdanên rayedaran de û di warê perwerdehiya we de alîkariya we bike an jî bi tenê wextê xwe bi we re derbas bike û, mînakî, bi hev re xwarinê çêbikin an biçin muzexaneyek an bûyerek werzîşê.

Pêşniyar ji bo penaberên LGBTIQ*

Proje hene ku ji bo penaberên LGBTIQ* piştgirî pêşkêş dikin, wekî:

Şîva Xêrhatinê: Rûniştvanên Hamburgê we vedixwînin şîvek xêrhatinê!

Gelek kesên ku li Hamburgê dijîn, koçber û penaberan vedixwînin şîva xêrhatinê li malên xwe. Ev ji bo we rêyek e ku hûn mirovên ji Hamburgê nas bikin, hinekî Almanî biaxivin û bi wan ra xwarineke bêpere xoş biborînin.

Ez çawa têm vexwendinê ji bo şîveka xêrhatinê?

  1. Li ser malpera jêrîn qeyd bikin: https://welcome-dinner.de/guest/?lang=en
  2. Tîma “Şîva xêrhatinê” dê gazî we bike û ji we re bibêje ku dê mêvandarê we kî be. Hejmara telefonê ya mêvandarê we ji we ra bê dayîn.
  3. Dûv re hûn dikarin ji bo Şîva Xêrhatinê bi mêvandarê xwe re hevdîtinek çê bikin.

Ji bo ku hûn bikarin mêvandarê xwe fêm bikin, girîng e ku hûn hinekî bi Almanî an jî hinekî îngilîzî biaxivin. Înternet: www.welcome-dinner.de

Piştgiriya ji bo penaberên astengdar

Ji bo penaberên astengdar, komên cuda yên xweharîkarîkirin hene. Li wir hûn dikarin kesên din ên astengdar jî bibînin:

  • Lebenshilfe Hamburg, Stresemannstraße 163, info@lhhh.de, + 49 40 68943311, lhhh.deJi ber pandemîka koronayê gelek komên xwerêveberiyê niha civînan çê nakin. Dema ku ev biguhere, ew ê li ser malperê ji bo randevûyan xuya bibin (tenê bi Almanî heye): https://termine.lhhh.de/Projeyek heye ku hûn li ser înternetê bi malbata xwe re an jî bi alîgirên din re û her wiha karmendên Lebenshilfe yê re hevdîtinê dikin da ku ji bo pêşeroja xwe proje çê bikin: https://lhhh.de/2021/03/03/getestet-digitale-zukunfts-planung/, contact information: zukunft@lhhh.de, +49 40 68943314

Klûbek werzîşê jî heye ku ji hêla kesên astengdarên derûnî ve hatine damezirandin û ew dixwazin bi taybetî kesên astengdar ên derûnî an jî kesên bi astengdariyên pirjimar di nav xwe de vehewînin: Phoenix Sport e.V., info@phoenix-sport-hamburg.de, + 49 40 28052822, www.phoenix-sport-hamburg.de

Tevlî projeyekê bibe an jî bi xwe dest bi projeyekê bike!

Ma hûn dixwazin beşdarî projeyek bibin ku piştgirî bidin civakê û bi hev re alîkariya mirovên din bikin?

Li vir hûn dikarin gelek projeyên xêrxwaz bibînin:

Heke ji bo mijarek an pirsgirêkek projeyek minasib tune be, hûn dikarin projeya xwe jî bidin dest pê kirin. Belkî pirsgirêkek heye ku hûn di jiyana xwe de çareser kiriye û hûn ramanek heye ku hûn çawa dikarin ji kesên din re bibin alîkar da ku ew jî ew pirsgirêk çareser bikin. Pêşniyara We.Inform wekî projeya penaberan jî ji aliyê penaberekî ku hem ji bo xwe hem jî ji malbata xwe re agahî berhev kiribû, hat çêkirin.

Heke hûn dixwazin projeyek bidin destpêkirin, Paritätische Wohlfahrtsverband di Kompetenzzentrum Migration (Adenauerallee 10) de belkî ji we re bibe alîkar:

  • Şêwirmendiya projeya Giştî û şîret li ser piştgiriya diravîn: Tamara Al-Keilani, PARITÄTISCHES Kompetenzzentrum Migration, Adenauerallee 10, al-keilani@paritaet-hamburg.de, + 49 15751136472
  • Şîret li ser damezrandina klûbek (Verein): Claudia Klein, PARITÄTISCHES Kompetenzzentrum Migration, Adenauerallee 10, klein@paritaet-hamburg.de, +49 15730618718

Wekî din, Bürgerstiftung Hamburg ji bo piştgiriya diravîn ya projeyan, alîkariya diravîn pêşkêş dike û dikare bi daxwaznameyê re alîkarîya we bike: yuliya.grechukhina@buergerstiftung-hamburg.de (ev gelek baş dibe heke hûn hejmara têlefona xwe ji wan re bibêjin da ku ew bi we re têkilî daynin), + 49 40 848896960, https://www.buergerstiftung-hamburg.de/projektfoerderung/fonds_migrantisches_engagement.

Nûvekirina dawî: 12.01.2022