Navendên şêwirmendiya koçberiyê

Navendên şêwirmendî alîkariya ji bo jiyana rojane alîkariya penaberan dike. Şêwirmendî di navendên giştî de belaş e, lê dema wan bi sînor e. Ev navend bersiva pirsên li ser kêşeyên rojane didin û her wisa dema ku kêşeyek ji ber zimanê Almanî hebe alîkariyê dikin.

Ji kerema xwe baldar bin ku çend navendên şêwirmendiyê ji bo komên bi armancên taybet yên cuda hene:

Navendên Şêwirmendiyê ji bo penaberên bitemen (MBE)

https://www.hamburg.de/contentblob/13921578/3c2c3e03e804ea042a12c42be66157d4/data/angebote-mbe-netzwerk.pdf

Armanca van navendan hem hemwelatî ne hem jî kesên ku nû gihîştine ku xwedî mafê rûniştinê ne. Li her navçeyeke nêzî Hamburgê gelek cih hene. Ji kerema xwe ji bîr nekin ku bi giştî ajansên taybet van navendan bi rê ve dibin, di hin rewşan de jî dêran bi rê ve dibin. Bo nimûne ew alîkariya pirsên we dikin ku têkildar in li gel peydakirina qateke avahiyê yan jî xaniyekî.

Xizmetguzariyên koçberiyê yên ciwanan (JMD)

http://www.jugendmigrationsdienste.de/

Xizmetguzariya penaberên ciwanan alîkariya penaberên temenên jêr 27 salan dide. Ew teehud dikin ku wekheviya derfetan û bernameyên entegrasyonê pêşkêş bikin. Çend cih hene, hin ji wan xwedî piştgiriya taybet an destpêşxeriyek in ku ji aliyê dêrê ve tên piştgirîkirin.

Rêbernameya penaberan

www.fluechtlingszentrum-hamburg.de

Navenda Penaberên Hamburgê piştgiriya daxwazkerên penaberî yên bi îqameya neewle an bê îqame, penaberên dîsa rûniştî û panaberên rûniştî û her wisa hin komên din dike. Ew ji bo pirsên derbarê penaberiyê alîkarî pêşkêş dike, lê her wisa agahdariyê li ser mijarên wekî kar jî pêşkêş dikin. Agahiyên zêdetir li nav malperê de hene (her wisa bi erebî, fransî, îngilîzî, darî, farisî û rûsî)

Navnîşan: Adenauerallee 10
Telefon.: +49 40 2840790

Navendên Entegrasyonê (Integrationszenten)

Navendên entegrasyonê (Integrationszentren) bi taybetî ji bo mezinên ku berê demekê li Hamburgê diyane û mafê wan ê mayînê heye, şîretên koçberiyê pêşkêş dikin. Di şêwrê de li ser mijarên weke mafê rûniştinê û xwezayîbûnê, xebata bi rayedaran re, perwerdehî, kar û fêdeyên darayî, şêwirmendî û agahî hene.

Hûn dikarin zanyariyên giştî li ser navendên şêwirê li vir bidest bixin

www.hamburg.de/migrationsberatung/