Navendên şîretan hene ku alîkarîya pêvajoya penaberiyê dikin. Hûn dikarin çend ji wan li jêr bibînin. Hûn bê guman divê van navendên şîretê bikar bînin! Ev rûpel tu şîretên zagonî bedil nake, lê tenê rêgezek destpêkê pêşkêş dike. Heke hewce bike karmendên navendên şîretê dikarin jî parêzeran ji we re pêşniyar bikin, ku dikarin pirsên taybetî bersiv bidin û bêtir piştgirî bidin we. 

Ankunftszentrum Rahlstedt (Navenda Gihiştina Rahlstedt)

Gihîştin bo Hamburgê

Nîşe: Ji ber pandemiya koronayê, dema ku hûn gihîştin Ankunftszentrum (navenda gihîştinê) divê hûn ceribandinek ji bo COVID-19 bikin.

Heke encama testa we erênî be û hûn nîşanên COVID-19 nîşan bidin, hûn ê ji nexweşxaneyê re werin veguheztin û baldariya bijîşkî wergirin.

Heke encama testa we erênî be û hûn tu nîşanekî nîşan nedin, hûn ê werin veguheztin cîhê rûniştina din ku hûn werin karantînkirin (Quarantäneeinrichtung).

Di her du rewşan de jî hûn ê bên qeydkirin û biryara ku proseya penaberiya we li kîjan Eyaleta Federal a Alman pêk tê, piştî ku hûn sax bibin an jî dema karantînaya we (Quarantäne) qediya, were dayîn.

Heke encama testa we neyînî be, hûn ê bêne qeyd kirin. Heke pêvajoya penaberiya we li Hamburgê pêk were, hûn ê ji bo karantînakirinê (Quarantäneeinrichtung) ji cihekê rûniştina din werin veguhezînin. Ji bo ku rîska belavbûna vîrûsê kêm bibe, hûn dê bi tenê an jî bi malbata xwe ra di nava tecrîdê da bimînin. Mimkun e ku hûn ji endamên malbata xwe yên ku encameke testê ya erênî bi dest xistine, dûr bimînin.

Li Ankunftszentrumê û her wiha li akincîbûna karantînayê (Quarantäneeinrichtung) ji bo ku hûn dev û pozê xwe binixumînin hûn ê rûdankan bistînin.

Agahiyên berfireh ên li ser vîrusa koronayê: https://we-inform.de/portal/kmr/gesundheit-kmr/ 

Ya yekem, divê hûn ji Ankunftszentrum a li Rahlstedtê (Bargkoppelweg 66a) ra rapor bikin.

Hûn ê li wir bên qeydkirin. Di dema qeydkirinê da, navend dê agahîyên we yên şexsî yên wekî nav û rojbûna we tomar bike, wêneyekê bikişîne û kopîyeka şopa tilîyên we bistîne. Piştre, navend dê biryarê bide ku proseya penaberiya we li kîjan Eyaleta Federal a Almanyayê pêk were. Hûn ê tavilê ji vê biryarê re bên agahdarkirin.

Bi giştî tu bandora we li ser vê biryarê tune ye. Lê îstîsna hene, wekî nexweşiyeke giran an jî seqetiyek. Lewma pê bawer bin ku ev agahdarî tê de hebin.

Hin kes bi taybetî di dema pêvajoya penaberiyê de hewcedarê parastin û piştgirîyê ne (besonders schutzbedürftig). Weke mînak, biçûkan (tenê/bêxwedî), kesên kêmendam, kesên pîr, dê an bavên bi tenê bi zarokên temenbiçûk re, kesên bi nexweşiyên giran ên bedenî an derûnî û mexdûrên tundûtûjiyê ji vê komê ne. Heke hûn serpêhatiyên xirab dîtine an pê jiyane, ev jî dibe sedema pirsgirêkên derûnî. Hingê bi taybetî pêdivîya we bi parastinê taybet heye (besonders schutzbedürftig). Di vê rewşê de divê di pêvajoya penaberiyê de hewcedariyên we bên ber çav girtin. Bi navendeke şêwirmendiyê re têkiliyê deynin.

Hûn dikarin di rûpela me de li ser mijara tendûristiyê, navendên şêwirmendiyê û agahdariyên zêdetir li beşên “Azar û stresa derûnî” û “Piştgiriya ji bo penaberên astengdar” peyda bikin: https://we-inform.de/portal/kmr/gesundheit-kmr/

2 Qeyda destpêkê

Pêvajoya penaberiyê li derveyî Hamburgê

Heke pêvajoya penaberiya we li eyaleteka cûda ya Alman a Federal pêk were, hûn ê tavilê ji vê yekê werin ragihandin. Her weha hûn ê agahiyek (Anlaufbescheinigung) li ser navnîşana cîhê ku diçin, bistînin. Li vir hûn ê karibin ji bo penaberiyê daxwaz bikin. Ji bo çûne wir, hûn ê bilêteka trênê bistînin.

Heke hûn tenê di roja din karibin biçin cihê xwe, hûn ê şevê li Ankunftszentrum bimînin. Tenê gava ku hûn bigihîjin cihê ku li ser ragihandinê (Anlaufbescheinigung) hatî diyar kirin, hûn ê belgeya gihîştinê (Ankunftsnachweis) bistînin.

Pêvajoya penaberiyê li Hamburgê

Heke pêvajoya penaberiya we li Hamburgê pêk were, hûn ê tavilê belgeya gihîştinê (Herkunftsnachweis) bistînin. Piştrast bikin ku nav û dîroka jidayikbûna we li ser belgeya gihîştinê (Ankunftsnachweis) rast in!

Niha hûn bi awayekî fermî li Almanyayê weke penaber qeydkirî ne. Lê belê hûn hînê daxwaza penaberiyê nekirine.

Belgeya gihîştinê (Ankunftsnachweis) heya 6 mehan derbasdar e. Niha ew pir caran ji bo 1 hefte tê derxistin. Heke hûn sernaveke din a rûniştinê bi dest nexin (mînak destûra mayînê dema ku li benda biryara penaberiyê (Aufenthaltsgestattung) ne) beriya ku belgeya gihîştinê (Ankunftsnachweis) biqede, bi Ausländerbehörde (Desthilata neteweyî ya biyanî) re li Ankunftszentrum an jî li Hammer Straße 30-34 ê têkilî daynin. Heke hûn sernavê rûniştinê winda bikin, divê hûn bi wan ra jî bikevin têkiliyê.

Hema ku hûn belgeya gihîştinê (Ankunftsnachweis) wergirin, mafê we yê rûniştinê, xwarin û lênihêrîna bijîşkî heye. Her tim belgeya gihîştina xwe (Ankunftsnachweis) û nasnameyên ku hûn di cîhê xwe de digirin, bi xwe re bibin!

3 Muayeneya destpêkê yên bijîşkî (Erstuntersuchung)

Piştî qeyda we, hûn ê li Bargkoppelstieg 10-14ê muayeneya destpêkê yên bijîşkî (Erstuntersuchung) bikin. Di nava vê de muayeneya X-ray (Röntgenuntersuchung), nimûneya xwînê û azmûneka fîzîkî ya kurt heye. Ev muayene ji bo tesbîtkirin û dermankirina nexweşiyên enfeksiyonê girîng e. Her weha hûn dikarin werin vaksînkirin.

Jin dikarin bijîşkên jin daxwaz bikin.

4 Daxwaza penaberî û mehkemeya fermî (Anhörung)

Hûn daxwaza xwe ya fermî ya penaberiyê pêşkêşî karmendekî BAMF (Bundesamt für Migration und Flüchtlinge, Wezareta Federal ji bo Koçber û Penaberan) dikin û destûra mayînê distînin dema ku biryara penaberiyê li ber çêbûnê ye (Aufenthaltsgestattung). Dema ku biryara penaberiyê li ber çêbûnê ye (Aufenthaltsgestattung) her tim destûra mayînê bi xwe re hilgirin!

Dublin III

Heke hûn jixwe li welatekî din qeydkirî bûna, hûn ê li ser vê yekê werin pirskirin. Hûn ê li wir qeydkirî bûn e heke şopên tilîyên we hatibin tomarkirin. Sîstemeke hevpar a Ewrûpayê rê dide ku rayedarên Alman qeydeke we ya berê ya li welatên din ên Ewrûpayê derxin. Belkî hûn neçar bin ku pêvajoya xwe ya penaberiyê li wî welatê din derbas bikin. Ji bo vê yekê hûn ê dîsa vegerînin wî welatî. Heke pêwîst be, ji navendeka şîretan alîkarîyê bixwazin.

MEHKEME (ANHÖRUNG)

Mehkeme (Anhörung) ji bo pêvajoya daxwazkirina penaberiyê krîtîk e. Li wê derê, hûn şirove dikin ka hûn çima ji welatê xwe veqetîyayî ne. Ji ber ku ev mehkeme (Anhörung) bi taybetî girîng e, divê hûn berê xwe amade bikin.

Dibe ku mehkeme (Anhörung) ya we piştî hatina we di demekî kurt de pêk were, belkî jî di heman roja daxwaznameya weya fermî ya penaberiyê de be jî. Ji ber vê yekê, divê hûn xwe ji bo wê amade bikin û heke hewce bike ji berê da serdana navendeka şîretan bikin.
Vê gavê, mimkun e ku hûn li şûna mehkemeyê (Anhörung) tenê pirsnameyekê (Fragebogen) wergirin. Di vê rewşê da, divê hûn wê bi piştgirîyê navendeka şîretê ve tijî bikî.

Hûn dikarin di derbarê mehkemeyê (Anhörung) de agahîyên zêdetir li vir bibînin: https://we-inform.de/portal/kmr/anhoerung-kmr/

Hûn dikarin ji bo mehkemeyê (Anhörung) û her weha pirsên standard bi zimanên cuda li vir rêberekî bibînin: https://www.arrivalaid.org/anhoerungsbegleitung-klagebegleitung/

Agahiyên bêtir bi zimanên cuda: https://www.asyl.net/view/detail/News/information-zur-anhoerung-im-asylverfahren/

Biryarder û wergêr beşdarî mehkemeyê (Anhörung) dibin. Heke hûn bixwazin, dikarin kesekî bi xwe ra bînin. Lê belê divê ev kes berê li BAMF-ê qeydkirî be û dibe ku tevlî heman pêvajoya penaberiyê nebe. Parêzer an jî welî hewcedariya wan bi qeyda berê nîne.

Heke hûn naxwazin li ser serpêhatiyên xwe yên bistrês biaxivin, ji kerema xwe BAMF agahdar bikin.

Jin li ser daxwazê dikarin daxwaza biryarder û wergêreka jin bikin.

5 Biryar

Penaberî:

Heke biryarek erênî li ser daxwaza we ya penaberiyê were dayîn, hûn destûra rûniştinê (Aufenthaltserlaubnis) wekî destûra rûniştinê ya elektronîkî (elektronischen Aufenthaltstitel (eAT)) distînin. Piştre mafê we heye ku hûn kursa entegrasyonê (Integrationskurs) bistînin û dikarin dest bi kar bikin.

Ji bo daxwaznameya vêk ketina malbatê (Familiennachzug) statûya penaberiyê pêdivî ye. Di nav 3 mehan de ji wergirtina statûya penaberiyê, hişyariyek demkî ji balyozxaneya xwe re bişînin ji bo ku koça malbata xwe hêsantir bikin. Hûn dikarin daxwaznameya xwe li ser înternetê bişînin: https://fap.diplo.de/webportal/desktop/index.html#start. Ji bo agahîyên zêdetir li ser dema ku endamên malbatê bikarin werin Almanyayê, ji navendeka şîretê, şîretan bistînin.

Nîşe: Vêk ketina malbatê (Familiennachzug) ji bo destûra rûniştinê ya yek-salî pir bi sînor e (subsidiärer Schutz, parastina pêvek). Ji bo vê yekê, divê hûn piştî wergirtina statûya xwe di zûtirîn dem de biçin bal şêwirmendek qanûnî, ji bo ku hûn ji bo çalakiya qanûnî ya li dijî biryarê tu muhletan ji dest nedin.

Redbûna penaberiyê:

Heke daxwaznameya we ya penaberiyê were red kirin, hûn ê biryarek neyînî wergirin û daxwazek ku hûn ji welêt derkevin.

Hûn dikarin li dijî redkirinê tedbîrên qanûnî bigirin. Girêdayî ya şêwaza redkirinê, moleta vê tenê 1 an jî 2 hefte ye. Ji bo îdiayên ku nayê pejirandin an jî bi awayekî eşkere bêbingeh in, 1 hefte molet heye. Ji ber vê yekê, bi awayekê rêk û pêk nameyên xwe kontrol bikin. Di dema redkirinê de, divê hûn bi zûtirîn dem bi navendeka şêwirmendiyê re têkilî daynin. Wekî din, hûn neçar in ku zû ji welêt derkevin. Heke hûn li gorî vê mecbûrîyeta derketinê tevnegerin, dibe ku hûn bi dersînorkirinê re rû bi rû bimînin (ango vegerandina bi zorê ya li welatê xwe) û qedexekirina têketinê.

Welatên Albanya, Bosnia-Herzegovina, Gana, Kosova, Makedonya, Montenegro, Senegal û Sirbîstan, di çarçoveya qanûna penaberiyê ya Almanyayê de weke welatên ewle tên dîtin (sichere Herkunftssstaaten). Ji bo vê jî şansê serkeftinê ji bo daxwaznameya penaberiyê nebaş e. Lê belê BAMF mecbûr e ku her daxwaznameyeka penaberiyê bi baldarî binirxîne.

Rawestandina demkî ya dersînorkirinê (Duldung):

Ji ber sedemên cuda yên wekî rewşa welatê we ya jêderk an jî tendirûstiya we, dibe ku hûn rawestandina demkî ya dersînorkirinê (Duldung) bistînin. Dema ku we rawestandina demkî ya dersînorkirinê ya derbasdar (Duldung) hebe, hûn bi piranî nikarin werin dersînor kirin. Lêbelê, rawestandina demkî ya dersînorkirinê (Duldung) dikare her gav were betal kirin.
Heke hûn di wê demê de dest bi şagirtiyek (Ausbildung) bikin û heke destûr jî ji we re were dayîn, hûn dikarin di dema şagirtiyek (Ausbildungsduldung) de ku heya sê salan derbasdar e, daxwaziya rawestandina demkî ya dersînorkirinê bikin.

Heke hûn tenê rawestandina demkî ya dersînorkirinê hebe (Duldung), gelek kêmasiyên we hene bi hevberkirin li gel destûra rûniştinê (Aufenthaltserlaubnis). Wekî mînak, mimkun e ku destûr neyê dayîn ku hûn bixebitin û têkildarî ya mayîna we da pêşerojeke ewle tune ye. Ji ber vê yekê divê hûn her tim biçin navendeka şêwirmendiyê.

Hîn jî biryarnedayî:

Heke li ser daxwaznameya xwe ya penaberiyê biryareka yekser nestînin, destûra mayînê ji we re tê dayîn, dema ku biryara penaberiyê heta 6 mehan li ber çêbûnê ye (Aufenthaltsgestattung). Dîsa, ji kerema xwe piştrast bikin ku navê we û dîroka we ya jidayikbûnê rast e. Heke destûra we ya mayînê bidawî hat, dema ku biryara penaberiyê (Aufenthaltsgestattung) li ber çêbûnê ye, divê hûn daxwaza dirêjkirinê destûra mayîna xwe bikin li Ausländerbehörde, daîreya karûbarên bîyaniyan, li Ankunftszentrum an li Hammer Straße 30-34.

Şîret li ser vegerînê: Heke hûn dixwazin vegerin welatê xwe an jî ji ber redkirinê divê hûn vegerin, Flüchtlingszentrum, Adenauerallee 10, dikare ji bo rêwîtiya vegerê, şêwir û piştgirî bide.

6 Bidawîbûn an windakirina sernavê rûniştinê

Ji ber pandemîka koronayê, hûn nikarin bi awayekî şexsî biçin Ausländerbehörde yê, dema ku dema sernavê weya rûniştinê bidawî be. Wê demê divê hûn piştrastkirineke nivîskî bistînin ku sernavê weya rûniştinê hê jî derbasdar e. Di vê nameyê de, dîrokek jî heye ji bo randevûya we li Ausländerbehörde. Her tim vê nameyê bi xwe re hilgirin. Heke sernavê rûniştina we di demek nêzîk de biqede û we hê jî nameyek nestandibe, bi Ausländerbehörde re bikevin têkiliyê (m328@amtfuermigration.hamburg.de, +49 40 428992288, Dûşem heye Pêncşem 8ê sibê heta 2ê paşnîvro, Înê 8ê sibê heta 12ê nîvro)

Heke hûn sernavê xwe ya rûniştinê winda bikin divê hûn bi Ausländerbehördeyê ra jî bikevin têkiliyê. Divê hûn ji Ausländerbehörde (Hammer Straße 30-34) erêkirina windabûnê ya nivîskî (Verlustbescheinigung) biastînin ku heya 14 rojan derbasdar e û randevûyekê jî bistînin ji bo ku sernavê rûniştina xwe bistînin. Heke sernavê rûniştina we hatibe dizîn, hûn dikarin bi polîsan ra jî bikevin têkiliyê.

Navendên şêwirmendiyê ji bo penaberan:

Di van navendên şêwirmendiyê de hûn ê di pêvajoya penaberiya xwe de alîkariyê bistînin. Şîret bê pere û nepenî ye. Karmendên navendên şêwirmendiyê bi gelek zimanan diaxivin!

flucht•punkt: Eifflerstraße 3, fluchtpunkt@diakonie-hhsh.de,  şêwirmendî bi rêya telefonê: +49 40 43250080 (Dûşem 9:30 sibê heya 1ê paşnîvro, Çarşem 10ê sibê heta 2ê paşnîvro), Şêwirmendî bi şexsî (testkirî, vaksînkirî an jî başbûyî piştî nexweşiyê û rûdanka bijîşkî li xwe bikin): Çarşem 10ê sibê heya 2ê paşnîvro, www.fluchtpunkt-hamburg.de

Flüchtlingszentrum (navenda penaberan): Adenauerallee 10, ji kerema xwe randevûyekê çêbikin: info@fz-hh.de, +49 40 2840790 (Dûşem û Înê: 9ê sibê heya 1ê paşnîvro û 2ê paşnîvro heya 4ê êvarê, Sêşem û Pêncşem: 9ê sibê heya 1ê paşnîvro û 2ê paşnîvro heya 5ê êvarê, Çarşem: 2ê paşnîvro heya 5ê êvarê), www.fz-hh.de

Navendên şêwirmendiyê ji bo penaberan:

Café Exil: Hammer Straße 10, +49 40 2368216, Dûşem û Sêşem: 8ê sibê heya 2ê paşnîvro, Pêncşem: 3:30 êvar heya 6ê êvar, Înê (tenê jinan): 9ê sibê heya 1ê paşnîvro, roja Çarşemê girtî ye, http://cafe-exil.antira.info/

Refugee Law Clinic (Klinîka Qanûnî ya Penaberan): Ji bo pêvajoya Dublînê, vêk ketina malbatê, amadekariya mehkemeya penaberiyê, û her weha ji bo jin, keç û penaberên LGBTI şêwirmendiya hiqûqî ya bêpere heye. Agahiyên zêdetir:
www.rlc-hh.de

Şêwirmendî bi axaftina vîdyoyê: Înê 3ê êvarê heya 6ê êvarê, heta roja Pêncşemê 8ê êvarê bi e-nameyê qeyd bikin: rlc-beratung@uni-hamburg.de ( heke wergêrek hewce bike, ji kerema xwe wiha diyar bike); lînka axaftina vîdyoyê dê bi e-nameyê were wergirtin

 12.01.2022