Ev kurtenêrîn, ji we ra dibêje ka hûn dê çawa nûçeyan bi awayekî nivîskî, vîdeo û radyoyê peyda bikin.

Piraniya medyayên navborî bi Almanî, Îngilîzî an Erebî hene.

Nûçe di forma nivîsê de

Spiegel Online

Spiegel Online portaleke nûçe ya online-ê ye ji bo kovara “Der Spiegel”. Ew nûçeyên li ser siyaset û her weha mijarên civakî pêşkêş dike. Spiegel Online bi Almanî heye (www.spiegel.de) û bi Îngilîzî (www.spiegel.de/international).

Zeit Online

Zeit Online malpera heftenameya Almanî ya “Die Zeit” ê ye. Ew piranî ya gotarên girêdayî civak û siyasetê pêşkêş dike. Zeit Online bi Almanî heye (www.zeit.de) û bi Îngilîzî (www.zeit.de/english).

Nachrichtenleicht

Nachrichtenleicht (www.nachrichtenleicht.de) malpereka nûçeyan e ku bi Almanî ya hêsan hatiye nivîsandin. Hûn ê li ser her cure nûçe, vîdeoyên kurt û heta podcastekê gotarên kurt bibînin (www.nachrichtenleicht.de/podcast-nachrichtenleicht.2134.de.html).

WDR ji bo we

WDR ji bo we malpereke nûçeyan e ji bo penaberên xwedî agahî û belge, her wiha şahî û xizmetên ji bo zarokan. Ew bi zimanên Almanî, Îngilîzî, Erebî û Farisî li ber destê ye. Ji bo jiyana li Elmanyayê jî vîdeoyên kurt ên bi şîretan hene (http://www1.wdr.de/nachrichten/wdrforyou).

Her wiha, piraniya malperên rojnameyên sereke yên rojane yên Alman yên mîna “Süddeutsche” (https://www.sueddeutsche.de/ an international.sueddeutsche.de) an jî “Welt” (https://www.welt.de/ an https://www.welt.de/english-news) nûçeyên bi Almanî û Îngilîzî hene.

Nûçeyên vîdyoyê

Tagesschau

“Tagesschau” bernameya herî navdar a nûçeyan a Almanî li ser televîzyonê ye. Hûn dikarin her roj saet 8ê şev (û di demên din de) li ser weşana ARD temaşe bikin an jî li ser malperê (www.tagesschau.de/). Li wir hûn dikarin di nav 100 çirkeyan de guhertoya vîdyoyê ya kurt a bi Almanî jî bibînin (https://www.tagesschau.de/100sekunden/).

ZDF bi zimanên Erebî û Îngilîzî

ZDF mezintirîn weşana Alman e û nûçe û pêşandanên din pêşkêşî dike. Hilbijartinek pêşandan bi serhêl bi jêrnivîsên îngilîzî (www.zdf.de/international/zdfenglish) an jî Erebî (www.zdf.de/international/zdfarabic) hene.

Rêbernameya ARD ji bo penaberan

Rêbernameya ARD ji bo Penaberan, nûçeyên li ser mijarên aktûel ji ARD bi Erebî û Îngilîzî (di hin rewşan de, bi Darî, Paşto û Urdu an jî Almanî ya hêsan) pêşkêş dike.

Her wiha mimkin e ku jêrnivîs werin çalak kirin: https://www.daserste.de/specials/service/barrierefreiheit-im-ersten-untertitel-deutsch100.html.

Nûçeyên Radyoyê

Radyoya Penaberan a WDR

Radyoya Penaberan a WRD bernameyeke taybet a radyoyî ji bo penaberan e. Bername rojane du caran bi Erebî û Almanî ber dest in (http://www1.wdr.de/radio/cosmo/programm/refugee-radio/).

Nûjenkirina Dawîn: 12.01.2022