Hûn dikarin li vir belavokeke ku agahiyên li ser şîret û alîkariya malbatên li Hambûrgê bi zimanên Almanî, Îngilîzî, Farsî/Darî, Erebî, Rûsî, Tirkî, Polonî û Fransî li xwe digire, peyda bikin: https://www.hamburg.de/contentblob/3055314/4c0c0242eeb72eb7f4af5e53cef49fd0/data/beratung-familien-mehrsprachig.pdf.

Zarokên di bin 6 salî de: lênêrîna rojane

Li Almanyayê zarokên ku hê jî ne li dibistanê ne, ji aliyê navendên lênihêrîna rojaneya zarokan (Kindertageseinrichtungen; Kîtas) û ji pêşkêşkerên lênihêrîna zarokan (Kindertagespflege) ve lênêrîn distînin. Li navenda lênihêrîna rojaneya zarokan (Kita) an jî dema ku pêşkêşkerên lênêrîna zarokan li wan dinêrin (Kindertagespflege), zarok dikarin bilîzin û almanî fêr bibin.

Navenda lênihêrîna rojaneya zarokan (Kita)

Li Ankunftszentrum (navenda gihîştinê), lênêrîna zarokan tune. Dema ku hûn derbasî navendeke din a pêşwaziya serekê (Erstaufnahmeeinrichtung) bibin, lênêrîna zarokan li navenda pêşwaziya serekê (Erstaufnahmeeinrichtung) an jî li navendeka lênihêrîna rojane (Kita) dê ji bo zarokên ku herî kêm 1 salî ne were pêşkêş kirin.

Hemû zarokên ku êdî ne li navendeke pêşwaziya serekê (Erstaufnahmeeinrichtung) dijîn û herî kêm 1 salî ne, mafê wan ê qanûnî heye ku li navenda lênêrîna rojane (Kita) cih bigirin.

Cih belaş e û rojane 5 saetan lênihêrîna zarokan pêk tîne (firavînê jî di nav de). Dema lênihêrînê dikare rojane heta 12 saetan bê dirêjkirin, heke dê û bav bixebitin, beşdarî perwerdehî an jî hîndekariya zêdetir bibin, beşdarî kursa Almanî ya ji bo koçberan an jî kursa entegrasyonê bibin. Mimkin e ku hûn ji bo dema lênêrîna dirêjkirî pereyek piçûk bidin.

Heke hûn li navendeka pêşwaziya serekê (Erstaufnahmeeinrichtung) an jî cîheka rûniştina duyemîn (Folgeunterkunft) dijîn û li cîhekî li navendeka lênihêrîna rojane (Kita) digerin, ji kerema xwe ji Sozialmanagement (rêveberiya civakî) ya cîhê rûniştina xwe alîkariyê bixwazin. Hûn dikarin bi Almanî ya sade û hem jî bi çend zimanên din (Tirkî, Polonî, Rûsî, Îngilîzî, Fransî, Erebî û Farisî/Derî) li ser feydeyên navenda lênêrîna rojane (Kita) agahdarî bibînin: https://www.hamburg.de/kitaplatz/.

Di her rewşê de, mayîna zaroka/ê we li navenda lênêrîna rojane belaş e, heke we kupona-Kita (Kita-Gutschein) ji bo navendên lênêrînê hebe. Hûn dikarin ji bo kuponekê weha (Kita-Gutschein) li vir daxwaz bikin: www.hamburg.de/antraege/#anker_2.

Heke hûn li cihekî giştî ya rûniştinê nemînin jî û belgeyeke we ya rûniştinê tune be jî, zarokê we dikare biçe navendeke lênêrînê (Kita).

Clearingstelle li Flüchtlingszentrum/Navenda Penaberan alîkariya peydakirina cîhek li navendek lênêrîna zarokan ji bo zarokên 1 – 6 salî dike.  Adenauerallee 10, berê randevûyekê çêbikin: +49 40 284079133, ayasse@fz-hh.de. Zarokê we rojê 5 saetan tê lênêrînê û firavînê werbigire.

Lênêrîna rojane (Kindertagespflege; çavdêriya ji hêla çavnêrên zarokan ve)

Ji bilî lênêrîna ku ji hêla navenda lênêrîna rojane (Kita) ve tê kirin, her weha gengaz e ku meriv lênihêrîna rojane jî (Kindertagespflege) bihesibîne.

Bi taybetî di nav dêûbavên zarokên di bin 3 salî de ji ber atmosfera malbatê pir hezlêkirî ye. Hûn dikarin çavnêrê zarokan hilbijêrin. Her çavnêrek dikare hevdem çavnêriya 5 zarokan bike.

Ji dema jidayîkbûnê heta qeydkirina dibistanê, lênêrîna rojane heta 25 saetan di hefteyê de bêpere ye. Heger karê we hebe, an kursa hînkariyê diçin an jî beşdarî kursa almanî dibin, zarokê we heta 14 saliya xwe dikare 25 saetan di hefte de lênêrîna rojane ya bêpere bistîne.

Li vir hûn dikarin şîretan bistînin: https://www.hamburg.de/behoerdenfinder/hamburg/11267302/, (peyva gerînê: “Kinderpflegebörse”) piştî navnîsanê xwe binivîse.

Komeleya Dayik û Bav û Zarokên Hamburgê jî şîretan dike û alîkarîya dîtina cihan li navendên lênêrînên din jî dike: info@tagesmuetter-hamburg.de, +49 40 2003377.

Navendên Dêûbav-Zarok

Navendên Dêûbav-Zarok ji bo malbatên ku zarokên wan di bin sê saliyê de ne, cîhên civînê ne. Her weha hûn dikarin bi zarokên mezin ên ku hîn neçûne dibistanê re serdana van navendan bikin.

Hûn dikarin alîkariyên pêşkêşkirî bêyî tevlîhevî bikar bînin, wekî qeydkirin an kuponek ji bo navendeka lênêrîna rojane (Kita-Gutschein) û hem jî li ser mijarên perwerdehiyê şêwirdariyê bistînin. Ji xeynî firavînê (tevkariya lêçûn 2 € ji bo her car firavînê), xercên din nayên standin.

Navendên Dêûbav-Zarok, di nav tiştên din de pêşkêş dikin:

  • klûbek dêûbav-zarok-hevgirtî,
  • ji bo zarokan dewreyên lîstik û fêrbûnê,
  • kurs û pêşniyaran ji bo dêûbav-zarok, mînakî werzîş û pêşniyarên muzîkê,
  • Perwerdehiya dêûbav, agahdarî û rêberî.

Hûn dikarin cîh û agahdariya bêtir li vir bibînin: www.hamburg.de/eltern-kind-zentren/.

Ji ber pandemîka korona, dibe ku hewce bike hûn rêzikên taybet ên di nav navendan da bişopînin. Wekî mînak, dibe ku hewce be ku randevûyek were çêkirin. Ji kerema xwe berê têlefon bikin û li ser vê bipirsin.

Neşîyanbarîtî/Astengdarî û kontrolên bijîşkî

Heke astengdariya zarokê we hebe an jî di xetereya astengdarî de be, dibe ku pêdivîya wê/î bi alîkarî û piştgirîya taybet hebe. Paşê, wekî mînak mafê zarokê we yê lênihêrîna bijîşkî heye û dikare serdana navendeka lênihêrîna rojane (Kita) bike ku ji bo zarokên astengdar e û piştgirîya wan misoger dike.

Divê hûn bi zarokê xwe re biçin lênihêrînên bijîşkî (Vorsorgeuntersuchungen). 10 lênihêrînên girîng ên bijîşkî hene ku divê zarokê we heta 6 saliya xwe di rojên cuda de bike. Ji bo vê yekê, piştî jidayîkbûna zarokê/a xwe hûn dikarin bi dixtora zarokan (paediatrician) ya xwe ra têkiliyê daynin. Hûn dikarin dixtorek li vir peyda bikin: www.kvhh.net/de/physicianfinder.html. Bi lênêrînên bijîşkî re dibe ku pirsgirêkên tenduristiyê di destpêkê de werin tespîtkirin û dermankirin.

Saziyên cihêreng hene ku şîret û piştgiriyê pêşkêş dikin:

  • Dixtorê zarokan. Hûn dikarin dixtorek li vir peyda bikin: kvhh.net/de/physicianfinder.html
  • Beratungszentrum Hören|Sehen|Bewegen|Sprechen (Navenda şêwirmendiyê bihîstin|dîtin|livîn|axaftin: Heke hûn di derbarê pêşveçûna bihîstin, dîtin, tevger/livîn, an axaftinê ya zarokê xwe de kêmasî an nerêkî bibînin, an jî kêmasiyên din ên pêşveçûnê, hûn dikarin bi vê navenda şêwirmendiyê re têkilî daynin.): Eppendorfer Landstraße 59, Beratungszentrum@hamburg-nord.hamburg.de, +49 40 428042545 (Duşem heta Pêncşem 8ê sibê heta 3ê êvarê, Înî 8ê sibê heta 1ê paşnîvro), https://www.hamburg.de/hamburg-nord/beratungszentrum-sehen-hoeren-bewegen-sprechen/
  • Jugendpsychiatrischer Dienst (saziya ku çavdêrî û şîretan dide ji bo zarok û xortên bi kêmasiyên pêşveçûn an behre, astengiya rewşenbîrî an psîkolojîk): https://www.hamburg.de/behoerdenfinder/hamburg/11254652/ (peyva gerînê: “Beratung und Gesundheitshilfen für psychisch erkrankte sowie für geistig, seelisch und mehrfach behinderte Kinder und Jugendliche”) paşê navnîşana xwe binivîse. Ji kerema xwe randevûyekê çêbikin.
  • Interdisziplinären Frühförderstellen (navendên piştgiriya destpêkê ya navdîsîplîn) ji bo zarokên astengdar an jî bi kêmasiyên pêşketinê yên ku hêj naçin dibistanê piştgirîyê didin: https://www.hamburg.de/fruehfoerderung/741974/anbieter-fruehfoerderung/
  • Fachamt Eingliederungshilfe (ofîsa ku hûn dikarin ji bo piştgirîya hikûmetê daxwazname bişînin): Kurt-Schumpacher-Allee 4, ji kerema xwe randevûyekê çêbikin: EH-Antragslotse@wandsbek.hamburg.de, +49 40 428819494 (Duşem heta Pêncşem 8ê sibê – 4ê êvarê, Înê 9ê sibê – 2ê paşnîvro), https://www.hamburg.de/wandsbek/fachamt-eingliederungshilfe/.
Zarokên ji 6 salî mezintir: dibistan

Her zarokek li Almanyayê xwedî mafê xwendinê ye û mecbûr e ku here dibistanê. Ev ji bo zarokên penaber û zarokên bê belge jî derbas dibe. Qeydkirina dibistanê tenê navnîşanek li Hamburgê hewce dike. Amadebûna li dibistanê bêpere ye.

Hûn dikarin ji bo pêvajoya qeydkirina dibistanê û navnivîsandinê li vir alîkariyê bibînin:

  • Schulinformationszentrum (navenda agahdariya dibistanê) ji bo zarokên ji 6 heta 16 salî.
    Hamburger Straße 125a, ji kerema xwe randevûyekê çêbikin: zuschulung@bsb.hamburg.de, +49 40 428992211 (Çarşem û Pêncşem: 10ê sibê – 12ê nîvro (nîvro), Sêşem: 2ê paşnîvro – 4ê êvarê), https://www.hamburg.de/bsb/siz/.
  • Informationszentrum des Hamburger Instituts für Berufliche Bildung (Enstîtuya Hamburgê ji bo Navenda Agahdariya Perwerdehiya Pîşeyî) (an jî ciwanên 16 salî û mezintir. Hamburger Straße 125a, ji kerema xwe randevûyekê çêbikin: informationszentrum@hibb.hamburg.de, + 49 40 428634236 (Duşem, Çarşem û Înê: 9ê sibê – 1ê paşnîvro, Pêncşem 10ê sibê – 6ê êvarî), https://hibb.hamburg.de/englisch/,

Li Schulinformationszentrum randevûyekê saz bikin û bi zarokê/a xwe re biçin wir da ku zarokê/a xwe li dibistanê qeyd bikin. Sîstema dibistanê ji du beşan pêk tê; yekem, 4 salên dibistana seretayî (Grundschule) li pey dibistana navîn (Stadtteilschule an Gymnasium). Abitur (îmtîhanên dawî yên dibistana navîn li Almanya, ji bo têketina zanîngehê pêwîst e) hem li Stadtteilschule/Dibistana navçeyî û hem jî li Gymnasiumê/Lîseyê dikare were wergirtin.

Zarok ji bo amadekirina dersên xwe li dibistanên Almanyayê beşdarî dewreyên amadekarî û komên fêrbûnê dibin.

Heke hûn li navendeka pêşwaziya serekê (Erstaufnahmeeinrichtung) dijîn, dibe ku zarokên we biçin dibistanê li cihê mayînê.

Hûn dikarin agahiyên bêtir li ser mijara perwerdehiyê li vir bibînin: https://we-inform.de/portal/kmr/bildung-kmr/.

Ji bo ku hûn ji bo zarokê/a xwe malzemeyên dibistanê bikirin, mimkun e ku ji bo her salê 150 Euro pere bistînin. Ji Navenda kar ya xwe yên jêhatî (Jobcenter team.arbeit.hamburg, navenda kar) an ji Grundsicherungsamt/Ofîsa Ewlekariya Bingehîn (Fachamt für Grundsicherung und Soziales, Ofîsa ji bo lêzêdekirina xanenişîniyê li ser bingeha hewcedariyê di pîrbûnê de û di bûyera kêmbûna dahatê de û ji bo karûbarên civakî) li ser vê yekê bipirsin:

Jobcenter: www.hamburg.de/behoerdenfinder/ (search term: „Arbeitslosengeld II, für Personen über 25 Jahre“ („Tezmînata bêkariyê II, ji bo kesên ji 25 salî mezintir“), https://www.hamburg.de/behoerdenfinder/hamburg/11253217/, paşê navnîşana xwe binivîsin, an jî “Arbeitslosengeld II, für Personen unter 25 Jahre“ (“Pereya bêkariyê II, ji bo kesên di bin 25 salî ne“), https://www.hamburg.de/behoerdenfinder/hamburg/11253252/), paşê navnîşana xwe binivîse.

Grundsicherungsamt: https://www.hamburg.de/behoerdenfinder/hamburg/11253346/ (Peyva lêgerîn: “Sozialhilfe, Leistungen für Asylbewerber” an jî “Sozialhilfe, Grundsicherung im Alter und bei dauerhafter Erwerbsminderung”), paşê navnîşana xwe û paşê paşnavê xwe binivîsin.

Her weha hûn dikarin piştgirîya diravîn wergirin da ku ji bo zarokê/a xwe pereya mamosteyên taybet, firavîn, bilêtên otobus û trênê bidin. Li ser vê yekê li dibistana zarokê xwe bipirsin.

Zeit für Zukunft – Mentoren für Kinder (dema pêşerojê – mamoste ji bo zarokan) ji bo zarokan di navbera 6 û 16 saliyan de ji bo ku karibin potansiyela xwe ya dibistanê nas bikin û bi giştî di jiyanê de pêş biçin, ji wan re mamosteyan peyda bikin. Xort mamosteyên mêr digirin, keç mamosteyên jin digirin. Zarok û mamoste 2-4 caran di mehê de hevdîtin çêdikin. Divê zarokê/a we hinekî Almanî an Îngilîzî biaxive.

Mitmachen@zeitfuerzukunft.org, +49 40 41623120, https://www.zeitfuerzukunft.org/.

Alîkariyên diravîn ya zarokan (Kindergeld) û piştgiriya diravîn yên din
  • Hûn dikarin ji bo standina alîkariyên diravîn ya zarokan (Kindergeld) û yarmetiya temamker ya zarokan (Kinderzuschlag) daxwaznameya xwe ji Familienkasse (Daîreya alîkariyên malbatê) an Bundesarbeitsagentur (Saziya kar a Federal) bişînin. Zarokên bêkes dikarin bixwe daxwaza alîkariyên diravîn ya zarokan (Kindergeld) bikin. Hûn dikarin agahiyên bêtir û formên daxwaznameyan li vir bibînin: https://www.arbeitsagentur.de/en/en/download-center. Heke pirsên we hene, telêfon bikin +49 8004555530.
  • Hûn dikarin ji bo pereyê dêûbavan (Elterngeld) daxwaz bikin heke hûn pereyên kêmtir derdixînin ji ber ku hûn li zarokê/a xwe dinêrin. Hûn dikarin li Elterngeldstelle (Ofîsa pereyê dêûbavan) daxwazî bişînin. Hûn dikarin nivîsgeha jêhatî ku şîretan jî pêşkêşî dike, li vir bibînin: https://www.hamburg.de/behoerdenfinder/hamburg/11256284/ (Peyva lêgerînê: “Elterngeld, Zuständigkeit”), Navnîşana zarokê/a xwe binivîsin û paşê tenê roja meha ku zarokê/a we lê hatiye jidayikbûnê binivîsin.
  • Zarokên ji 18 salî biçûktir: heke zarokê/a we bixwaze beşdarî çalakiyên li derveyî dibistanê bibe, hûn dikarin 15 € ji bo fînansekirina wan çalakiyan bistînin. Divê hûn îspat bikin ku zarokê/a we tevlî wan çalakiyê dibe. Hûn dikarin ev dirav ji bo danê pereyên wan çlakiyan an jî ji bo amûrên pêdiviyên wan çalakiyan bikar bînin (wekî mînak cilên werzîşê). Ev wekî mînak tê de ye
    • Çand: atolyeyên şanoyê
    • Muzîk: dersên muzîkê
    • Werziş
    • Kamp

Hûn dikarin pêşkêşkerên çalakiyan li vir bibînin: https://www.hamburg.de/sozialbehoerde/but/. Hûn dikarin agahiyên bêtir bi Almanî li vir bibînin: https://www.hamburg.de/bildungspaket-kultur-musik-sport/. Hûn dikarin li vir bi zimanê xwe li ser piştgiriya diravîn ji bo zarokê/a xwe nêrînek giştî bibînin: https://www.hamburg.de/bildungspaket/4125952/faltblatt-bildungspaket/.

Pirsên xwe li vir bipirsin: +49 40 115 or bildungspaket@eimsbuettel.hamburg.de.

Navendên şîretan

Jugendmigrationsdienst (Xizmeta Koçberiyê ya Ciwanan) navendeka şêwirmendiyê ye ji bo ciwanên bi paşerojeke koçber di navbera 12 û 27 salî de. Ew ji bo ciwanan di pêvajoya perwerdehiyê, pîşeyî û entegrasyona civakî de li Almanyayê piştgirî didin. Wekî mînak:

  • Lêgerîna we li kursên Almanî
  • Pirsgirêkên dibistanê
  • Lêgerîna we ya ji bo xizmetên mamosteyên taybet
  • Arasteya pîşe/meslek (şagirtî (Ausbildung), dibistana pîşeyî, zanîngeh)

Di heman demê de, ew dikarin bersiva pirsên dêûbavan ên di derbarê perwerdehî û dibistanê zarokên wan jî bidin.

Ew jî projeyên komê pêşkêş dikin û xebata xêrxwazî pêş dixin.

Jugendmigrationsdienst (Xizmeta Koçberiya Ciwanan) Hamburg
Glockengießerwall 3, ji kerema xwe randevûyekê çêbikin: ute.gruetter@cjd.de, +49 40 211118113.

Hûn dikarin Jugendmigrationsdienste yên din li vir bibînin: https://www.jugendmigrationsdienste.de/suche?L=0&id=11&tx_solr%5Bq%5D=jmd+hamburg&tx_solr%5Bfilter%5D%5B%5D=.

Hûn dikarin li vir li ser înternetê daxwaziya şêwirdariyê bikin: www.jmd4you.de.

Şîret û piştgirî ji bo malbatên ku li Hamburgê dijîn jî dikarin li vir li serhêl werin dîtin: http://t.hh.de/3055314.

Ducanî û dayikan

Jinên ducanî li Almanyayê xwedî mafê parastina taybet in. Heke hûn biryar bidin ku hûn naxwazin zarok xwedî bikin, vê parastinê hê jî derbasdar e. Hûn xwedî mafê lênerîna bijîskî û şîreteke taybetî ne. Divê hûn biçin cem dixtorek jînekolog/dixtora jinan (Frauenarzt or Frauenärztin).

Heke hûn ducanî bin, dixtorê we dê pirtûka qeyda ducaniyê (Muterpass) bide we. Pirtûka qeyda ducaniyê (Mutterpass) pirtûkek piçûk e ku dixtor tê de ducaniya we belge dikin. Di rewşek acîl de, bijîşk dikarin di pirtûkê de agahdariya ku ji wan re lazim in da ku hûn û zarokê we çêtirîn lênihêrin bibînin, peyda bikin. Ji ber vê yekê, divê hûn her tim pirtûka qeyda ducaniyê (Mutterpass) bi xwe re hilgirin.

Pêşniyar ji bo jinên ducanî û dêûbavan (heta bêyî hebûna nasname an jî belgeya qeydkirinê):

  • Profamilia: Seewartenstraße 10, Haus 1, ji kerema xwe randevûyekê çêbikin: hamburg-beratungszentrum@profamilia.de, +49 40 309 97 49 10 (Duşem heta Înê: 10ê sibê – 3ê paşnîvro); hûn dikarin li vir ji ber pirsên bijîşkî, şêwirmendiya zayendî, şêwirmendiya têkiliyan, piştgirîya diravîn û yên din ên di derbarê ducaniyê de û berî zayînê de têlefon bikin, Pêncşem 12ê nîvro (nîvro) heta 2ê paşnîvro), www.profamilia-hamburg.de
  • Komeleya Caritas ji bo Hamburg e.V.: Caritas şêwirmendiya serhêl pêşkêşî dike: https://www.caritas.de/hilfeundberatung/onlineberatung/
    schwangerschaftsberatung/start
    .

Li vir navendên agahdarîyê yên ji bo dayikan hene ku zarok û bi taybetî pitik dikarin bêpere kontrola/lênêrîna bijîşkî bistînin. Kesek bi we re hebe ku heke hewce bike bikaribe wergerandinê bike. Hûn dikarin navendên agahdariyê ji bo dayikan li vir bibînin: https://www.hamburg.de/behoerdenfinder/hamburg/11262466/ (peyva lêgerînê: “Mütterberatung Hamburg”), paşê navnîşana xwe binivîse.

Xizmetên din ên ji bo dayikên nû an yên bendewar li Komeleya IN VIA hene:

  • Koma Dê-zarok li Bergedorf: Ji bo dayikên xwedî zarokên heta 3 salî. Wergêrên ji bo Darî/Farisî û Erebî li ser malperê hene: Edith-Stein-Platz 1, Pêncşem 10ê sibê heta 12ê nîvro (nîvro).
  • Civîna taştê li Bergedorf: Ji bo malbatên ku hatine koçberkirin. Mijar di navbera pirsa pîrik/maman û danişînên bersivan, şêwirmendiya qanûnî û şêwirmendiya ducaniyê de dizivirin. Wergêrên ji bo Darî/Farisî û Erebî li ser malperê hene: Edith-Stein-Platz 1, Sêşem (destpêk 9:30 sibê).

Heke pirsên we li ser van pêşniyaran hebin hûn dikarin li vir bêtir agahdarî bibînin: http://invia-hamburg.de/migration/. +49 40 73508411, jmd.bergedorf@invia-hamburg.de.

Hûn dikarin sepana “HanseBaby” bikar bînin. Li vir, hûn dikarin di derbarê ofîsên pediatrîkî/dixtorên zarokan, ofîsên jineolojiyê/dixtorên Jinan, karûbarên şêwirmendî û alîkariyê û her weha vebijarkên piştgiriya diravîn de agahdarî bibînin. Sepan, dê di derbarê gavên girîng ên di dema ducaniyê de (wekî mînak, kengî li klînîka zayînê randevûyê çêbikin) nêrîneke kurt pêşkêş dike: https://www.hamburg.de/hansebaby/13577142/app/.

Hûn dikarin li vir bi zimanên cuda li ser xwarinên saxlem ji bo jinên ducanî, dê û pitikan agahdarî bibînin: https://www.hamburg.de/altona/gesunde-ernaehrung-muetter-und-babys-broschueren/.

Lê gerrîn li endamên malbatê

Heke hûn dixwazin bi endamên malbatê yên ku berê li Almanyayê ne, an jî di dema reviyane ji malbata xwe veqetiyane re têkiliyê daynin, çend rê hene ku hûn malbata xwe bibînin.

  • Xizmeta lêgerînê ya Xaça Sor a Alman alîkariyê dide kesên ku bi şer an koçberiyê ji hev hatine veqetandin ku vegerin têkiliyê û li endamên malbata xwe bigerin. auskunft@drk-suchdienst.de, +49 40 432020.
Çareserkirina nakokiyên malbatê

Her malbatekî nakokî heye. Li Almanya, navendên şêwirdariyê yên cihêreng hene ku ji we re bibin alîkar ku hûn van nakokiyan bi awayekê baş çareser bikin.

Der Begleiter e.V. ji bo penaberên mezin ên ku li Almanyayê kursa zimanê almanî an jî kursa entegrasyonê dixwînin, şêwirmendiya pevçûnê pêşkêşî dike.  Herzog-Carl-Friedrich-Platz 1.
Şêwirmendiya vekirî: Sêşem 3ê paşnîvro – 5ê êvarî; Pêncşem 10ê sibê – 12ê nîvro (nîvro).
Hûn dikarin randevûyekê çêbikin. Wekî din, dibe ku hûn ji bo demekê bisekinin. +49 40 27867877 (Duşem heta Pêncşem 9ê sibê – 5ê êvarî, Înê 9ê sibê – 3ê êvarî).

Nûvekirina dawî: 12.01.2022