Embarên cilan/kincan (Kleiderkammern)

Li hin cureyên cîhên rûniştinê embarên kincan (Kleiderkammern) hene. Li wê derê hûn dikarin cil û pêlavên ku ji alîyê rûniştvanên Hamburgê ve hatine bexşandin – bêpere wergirin. Heke li cîhê we embara kincan tune be an jî hewcedariya we bi cil û bergên zêdetir hebe, embarên cilûbergên cûrbecûr dikarin li deverên din ên li derdora Hamburgê werin dîtin. Hin embarên cilûbergan ji bo jin û zarokan saetên vekirinê yên taybet hene.

Niha gelek embar (Kleiderkammer) ji ber vîrûsa koronayê girtî ne.

  • Kleiderkammer Gemeinde Schiffbek
    Li vir hûn dikarin kincan bi bihayek kêm bikirin. Billstedter Hauptstraße 86, Duşem, Sêşem û Pêncşem 10ê sibê – 1ê paşnîvro, https://www.doppelfisch.de/angebote/beratung-unterstützung/
    Di hin rewşan de, dibe ku randevûyek kesane were çêkirin: Rainer Picker, Têl.: +49 40 71403200.
  • Umsonstladen Altona (Firoşgeha belaş)
    Li vir ne tenê hûn dikarin cil û kincan lê pirtûk an pêlîstokan jî peyda bikin. Bodenstedtstraße 16, Duşem 4ê êvarî – 6ê êvarî, Sêşem 6:30 êvarî – 8:30 êvarî, Çarşem 4ê êvarî – 7ê êvarî, Înê 10:30 sibê – 4ê êvarî, Şemî 10ê sibê – 12:30 paşnîvro, her 4emîn Duşemeya mehê ji 10ê sibê heya 12ê nîvro jinan-tenê, https://www.ak-loek.de/umsonstladen/
  • Kleiderkammer Don Alfonso (Alimaus)
    Nobistor 34, Çarşem 4ê êvarî – 6ê êvarî, Şemî 2ê paşnîvro – 4ê êvarî, https://www.alimaus.de/docs/148916/die-kleiderkammer.aspx
  • Umsonstladen Haakestraße, Haakestraße 22, Sêşem û Çarşem 10ê sibê – 12ê nîvro (nîvro) û 4ê êvarî – 6ê êvarî, Pêncşem 10ê sibê – 12ê nîvro (nîvro) û Înê 4ê êvarî – 6ê êvarî, https://www.umsonstladen-harburg.de/
Firotgehên civatê yên bi budceya kêm (Sozialkaufhäuser)

Li firotgehên civatê yên bi budceya kêm mirov bêyî xerckirina zêde dikare cil, pêlîstok, pirtûk û mobîlyayan bikire. Biha kêm in. Ji bo kirîna li van firotgehan, divê hûn delîlan bînin ku hûn pir pere wernagirin (wekî mînak belgeya mafdaritîyê alîkariyên diravîn (Leistungsbescheid) an jî daxuyaniya we ya mûçeyê). Ji kerema xwe li her firotgehê rasterast bipirsin ji bo ku bêtir hîn bibin ka meriv çawa li wir tişt dikire. Carinan pêdivî bi anîna karta mişterîyan heye. Hûn dikarin van li firotgehê bistînin.

Ji ber vîrusa koronayê niha gelek firotgehan girtî ne.

  • Spenda Bel Nord, Fuhlsbütteler Straße 416, Duşem heta Înê 10ê sibê – 4:45 êvarî.
  • SpendaBel St. Pauli
    Detlev-Bremer-Str. 13, Duşem heta Înê 10ê sibê – 3:45 êvarî
  • SpendaBel Billstedt
    Gundermannstraße 8, Duşem heta Înê 10ê sibê – 4:45 êvarî
  • SpendaBel Wilhelmsburg
    Am Veringhof 15, Duşem heta Înê 10ê sibê – 3:45 êvarî
  • Sozialkaufhaus Bezahlbar Barmbek
    Habichtstraße 126, Duşem heta Înê 10ê sibê – 6ê êvarî
  • Sozialkaufhaus „KapHornKids”
    Horner Landstrasse 140, Duşem heta Înê 8ê sibê – 12:30 paşnîvro, 1:30 paşnîvro – 5ê êvarî
  • Hope’s House / Hope’s Boutique, Maimoorweg 62, Duşem heta Înê 8:30 sibê – 4:30 êvarî.
  • Sozialkaufhaus Warengut
    Altona Borselstraße 3, Duşem heta Înê 9:30 sibê – 5:30 êvarî; http://warengut-grone.de/3077,Home.html
  • MöbelBergedorf
    Brookkehre 32, Duşem heta Înê 8ê sibê – 4ê êvarî; https://sprungbrett-hh.de/03-mb/.
  • Petri und Pauli Laden
    Bergedorfer Schloßstraße 9, Duşem 10ê sibê – 12ê nîvro, Sêşem û Pêncşem 1ê paşnîvro – 5ê êvarî, https://stpetriundpauli-bergedorf.de/joomla3/petri-und-pauli-laden.

Dikanên din ên wekhev: https://www.hamburg.de/sozialkaufhaeuser/

Dikanên civaka IT (IT-Sozialkaufhäuser) jî hene. Li vir, hûn dikarin PC an laptopên erzan bikirin:

E-nameyek binivîsin an jî têlefon bikin da ku firoşgehê agahdar bikin ka hûn an malbata we çend komputer an laptop hewce ne. Firotgeh dê yek an çend pêşniyaran ji we re bişîne ku hûn dikarin qebûl bikin an red bikin. Dûv re, hûn dikarin komputer an laptopên li firotgehê bistînin.

Divê hûn delîlan bînin ku hûn pir pere wernagirin (wekî mînak belgeya mafdaritîyê alîkariyên diravîn (Leistungsbescheid) an jî daxuyaniya we ya mûçeyê). Hûn dikarin vê yekê bi e-nameya xwe ve girêbidin an jî li firotgehê nîşan bidin.

Food banks/Bankên xwarinê (Tafeln)

Bankên xwarinê ji kesên hewcedar re xwarinên bêpere an bi arzanî dabîn dikin. Li Hamburgê çend xalên/cîhên belavkirinê hene. Piştî pêşkêşkirina delîlên ku hûn pir pere wernagirin (wekî mînak belgeya mafdaritîyê alîkariyên diravîn (Leistungsbescheid) an jî daxuyaniya we ya mûçeyê) û qeydkirinê, hûn ê li van deran xwarinê bistînin. Tevî pandemîka koronayê bankên xwarinê vekirî ne.

  • Herz AS
    Norderstraße 50, +49 40 232622, xwarinê tê dayîn ji Duşem heta Înê 2:30 paşnîvro
  • Mission
    Neustädter Straße 31b, +49 40 280514662, Sêşem heta Yekşem 3ê êvarî – 10ê şevê
  • Borsteler Tisch
    Borsteler Chaussee 23, +49 40 51431420, Çarşem 1ê paşnîvro – 3ê êvarî Ji kerema xwe bala xwe bikşînin: € 1 ji bo her xwarinê! Tenê ji bo kesên ku li Folgeunterkünften (Mayîna duyemîn) li Groß Borstel û derdora wê dijîn
  • CaFée mit Herz
    Seewartenstraße 10, +49 40 31790260, Duşem heta Îne 7ê sibe – 10ê sibê û 2ê paşnîvro – 5ê êvarî, Şemî 7ê sibê – 10ê sibê
  • Mobile Bullysuppenküche e.V.
    Sêşem: Altonaer Theater, Museumsstraße 17, 6:30 êvarî – 8:30 êvarî. Yekşem her 2 hefte carekî: li ber Saturn li Mönckebergstraße 2ê paşnîvro – 4ê êvarî û li Capello Trinitatishauptkirche Altona, Königsstraße 11, 5ê êvarî – 7ê êvarî.
    Hûn dikarin li vir agahdarî li ser dîrok û demjimêrên heyî bibînin: https://mobilebullysuppenkueche.de/verteilungen/
  • ASB Sattmacher-Mobil
    Duşem: Holstenkamp 119, 2ê paşnîvro. Pêncşem: Friedenskirche Altona (Otzenstraße 19), 2ê paşnîvro.

Navnîşek ji cîhên belavkirinê yên din li vir têne dîtin: https://www.hamburg.de/beratung-hilfen/3120336/essensausgabestellen/ û https://hamburger-tafel.de/was-wir-tun/hilfseinrichtungen/.

Xwarina erzan li supermarket û firotgehên erzankirî

Li supermarketan, hûn dê bi piranî xwarinê bibînin, di heman demê da tiştên pêwîst ji bo jîyana rojane jî bibînin. Mînakî firotgehên bi nav û deng ev in: EdekaReweReal an Kaufland.

Firotgehên erzankirî mîna supermarketan in lê bi piranî hinekî erzantir in. Wekî mînak firotgehên naskirî bi giştî Lidl, Aldi, Penny û Netto.

Hûn dikarin dermanên bê reçete, berhemên kozmetîkî û tiştên mal û baxçeyê li dermanfiroşên bistînin, mînak dm, Rossmann û Budni.

Bê guman, supermarketên din, firotgehên erzan û dermanfiroşên din hene, ku em li vir behs nekiriye. Wekî din, hûn dikarin li dikan û di firotgehên piçûkên din de xwarinê peyda bikin. Tiştkirîn li wir bi pranî hinekî bihatir e.

Nûjenkirina Dawîn: 12.01.2022