Di dema pêvajoya penaberiyê de

Hûn di dema mayîna xwe ya li Ankunftszentrum (navenda gihîştinê) li Rahlstedt, Bargkoppelstieg 10-14 de, daxwaziya piştgiriya diravîn dikin. Bi giştî, gava ku hûn gihîştin Ankunftszentrum-ê, divê hûn xwedî mafê piştgiriya diravîn bin.

Hûn li vir qeyd dikin û belgeyeka gihîştinê (Ankunftsnachweis) distînin. Ji vê dîrokê ve û pê de (û tewra paşverû), hûn ê piştgiriya diravîn bistînin.

GIRÎNG:
Dema ku piştgirîya diravîn werdigirin, divê hûn her gav berdest bimînin û dema ku hûn serdana rayedaran dikin, sernavê rûniştina xweya derbasdar bi we re hebe. Ger hûn belgeya gihîştinê xwe (Ankunftsnachweis), destûra mayîna xwe ya dema ku biryara penaberiyê li ber çêbûnê de ye (Aufenthaltsgestattung) an rawestandina dersînorkirina we ya demkî (Duldung) winda bikin, bi Ausländerbehörde (desthilatdariya hemwelatiyên biyanî), li Ankunftszentrum an jî li Hammerszentrum re têkilî daynin. 30-34. Hûn dikarin bêtir agahdarî li vir bibînin li ser tiştên ku hûn bikin di dema windakirina sernavê rûniştina xwe an jî bidawîbûna dema wî: https://we-inform.de/portal/kmr/asyl-kmr/

Akincîbûn û xwarin
Cihê rûniştina we (Ankunftszentrum an jî paşê navendeke din a pêşwaziya serekê (Erstaufnahmeeinrichtung)) pakêteke ku di nav de kincên nivînan, berhemên paqijî û kincan, taştê, firavîn û xwarina êvarê heye, were pêşkêş kirin. Ji bo hewcedariyên xwarinê yên taybetî, ji kerema xwe bi Sozialmanagement (tîma rêveberiya civakî) re li cîhê rûniştina xwe têkilî daynin. Wekî niştecîhek li navendeka pêşwaziya serekê (Erstaufnahmeeinrichtung), ji bo hemî veguhestina giştî ya li Hamburgê jî dê bilêtek rêwîtiya HVV (Mobilitätskarte) ji we re were dayîn. Hûn ê pêşî li Ankunftszentrum/navenda pêşwaziya serekê bilêta rêwîtiyê bistînin, paşê hûn ê li Ausländerbehörde/Ofîsa Biyaniyan, Hammer Straße 30-34 bilêtên nû bistînin.

Feydeyên bingehîn (Grundleistungen) li Ankunftszentrum û li navendeka pêşwaziya serekê (Erstaufnahmeeinrichtung)
Hûn ê mehê carekê alîkariyên xwe yên bingehîn (Grundleistungen) bistînin. Di dema ku hûn li Ankunftszentrum an navendek din a pêşwaziya serekê (Erstaufnahmeeinrichtung) dimînin, hûn ê hin alîkariyên xwe yên bingehîn (Grundleistungen) (mînak xwarin û cilan/kincan) wekî alîkariyên ne-diravîn, yên mayî jî wekî alîkariyên diravîn bistînin. Yekem xala pêwendiyê ji bo pirsên li ser vê yekê, Rêvebiriya Civakî li cîhê rûniştina we ye.

Heya ku hûn li Ankunftszentrum/Navenda gihîştinê dimînin, Ausländerbehörde li wir berpirsiyar e ku alîkariyên we bide û ji we re erêkirina bi nivîskî li ser fêdeyan bişîne (Leistungsbescheid). Gava ku hûn li navendek din a pêşwaziya serekê (Erstaufnahmeeinrichtung) bimînin, Ausländerbehörde li Hammer Straße 30-34 berpirsiyar e ku alikariyên we bide û pejirandina nivîskî (Leistungsbescheid) ji we re bişîne.

Dema ku we dirêjka sernavê rûniştina xwe werdigirin, divê hûn bi Ausländerbehörde-ya jêhatî re têkilî daynin da ku hûn erêkirinek nû ya nivîskî (Leistungsbescheid) bistînin (û ji ber vê yekê mafê we yê alîkariya diravîn bidomînin). Herin Sozialmanagement/Rêveberiya Civakî li cîhê rûniştina xwe da ku randevûyekê çêbikin.

Pere/Dirav
Hûn dikarin ji tîma xweya rêveberiya civakî navnîşana “Zahlstelle” an “Kasse” (maseya pereyan) ji Sozialmanagement a xwe bipirsin. Hûn ê her gav hewce bikin ku delîlên derbasdar ên gihîştinê (Ankunftsnachweis), destûra mayîna dema ku biryara penaberiyê li be çêbûnê de ye (Aufenthaltsgestattung) an rawestandina dersînorkirinê ya demkî (Duldung) li ser maseya mûçeyê pêşkêş bikin.

Hesabê bankê
Dema ku hûn hesabekî bankeyê vekin, hûn ê karibin bi veguheztina alîkariya diravîn li ser hesabê xwe sûd werbigirin. Ji bo vê yekê, divê hûn erêkirina vekirina hesabekî bankê ji hêla bankê ve ji Sozialmanagement/Rêveberiya civakî re bînin. Agahdariya li ser vekirina hesabekî bankê: https://we-inform.de/portal/kmr/banken-kmr/

Veguhastina cîhê rûniştina duyemîn (Folgeunterkunft) di dema pêvajoya penaberiyê de

Ger hûn ji navenda pêşwaziya serekê (Erstaufnahmeeinrichtung) bar bikin cîhê rûniştina duyemîn (Folgeunterkunft) an apartmanek taybet di dema pêvajoya penaberiyê de, hûn ê bi giranî alîkariyên diravîn bistînin. Hûn ê hinekî bêtir drav bistînin, lê hûn neçar in ku hûn bixwe ji bo tiştan pere bidin. Niha hûn alîkariyên diravîn a xwe ji nivîsgehek cûda distînin.

Hûn dikarin navnîşana nivîsgeha têkildar li vir bibînin: www.hamburg.de/behoerdenfinder/ https://www.hamburg.de/behoerdenfinder/hamburg/11253346/ (an jî bi lêgerîna “Sozialhilfe, Leistungen für Asylbewerber”), paşê navnîşana xwe ya nû û paşnavê xwe binivîsin. Dema ku hûn bar kirin bi wan re têkilî daynin.

Ji ber sedemên lezgîn hewcedariya zêde ji bo alîkariyên diravîn

Heke ji ber sedemên lezgîn ên wekî pirsgirêkên tenduristiyê hewcedariya we bi alîkariyên diravîn ya mezintir hebe, hûn dikarin wan alîkariyan li nivîsgeha jêhatî daxwaz bikin. Hûn dikarin ji Sozialmanagement/Rêveberiya civakî bipirsin ka bi kê re têkilî daynin. Ger hewce be, ji navendek şêwirmendiyê alîkariyê bixwaze (li jêr li “şîreta qanûnî” binêre).

Qutkirina sûdê/alîkariya diravîn

Di hin rewşan de, wek mînak, eger BAMF we bi binpêkirina erkên hevkariyê tawanbar bike, dibe ku alîkariyên diravîn yên we werin qutkirin. Di van rewşan de, biçin navendek şêwirmendiya qanûnî yê.

Li ser temamkirina pêvajoya penaberiyê

Biryara erênî
Kaxezên ku we ji naskirina statûya penaberiyê (Bescheid zum Asylverfahren) agahdar dikin, bi lez û bez bibin Ausländerbehörde li Hammer Straße 30-34 û bixwazin ku alîkariyên diravîn ya we yên penaberiyê bên rawestandin. Ji ber pandemiya koronayê divê hûn li cîhê rûniştina xwe ji Rêveberiya civakê bipirsin. Li Ausländerbehörde, hûn karrta bîmeya tenduristiyê ya AOK û her weha bilêta rêwîtiya xwe ya HVV (Mobilitätskarte) jî bidin. Ji destpêka meha bê ve, Jobcenter/Navenda karê (Jobcenter team.arbeit.hamburg, navenda kar) berpirsiyariya dabîn kirina alîkariyên diravîn ya penaberiyê heye.

Hûn dikarin navnîşana Navenda Karê xweya herêmî li vir bibînin: www.hamburg.de/behoerdenfinder/. Li “Arbeitslosengeld II/pereya bêkarî II, für Personen über 25 Jahre” (heke hûn ji 25 salî mezintir bin) an “Arbeitslosengeld II, für Personen unter 25 Jahre” (heke hûn di bin 25 salî de bin) bigerin û paşê navnîşana xwe binivîsin. Her weha hûn dikarin hemî nivîsgehan li vir bibînin: https://team-arbeit-hamburg.de/standorte/. Bi tikandina li ser ofîsa têkildar, hûn dikarin jimareyên têlefonê yên vê nivîsgehê fêr bibin an jî serhêl randevûyekê çêbikin.

Ji bo qeydkirina we hûn ê hewcedariya belgeyên jêrîn dibin:

  • “Einstellungsbescheid” (fermana rawestandina alîkariyên diravîn)
  • kaxezên BAMF (Bundesamt für Migration und Flüchtlinge, Daîreya Federal ji bo Koçber û Penaberan) ji naskirina statuya weya penaberiyê agahdar dikin (Bescheid zum Asylverfahren)
  • destûra weya mayînê dema ku biryara penaberiyê li ber çêbûnê de ye (Aufenthaltsgestattung) an destûra weya rûniştinê ya elektronîkî (elektronische Aufenthaltserlaubnis, eAT)

Hûn ê ji bo dagirtina forma daxwazname ya ji bo wergirtina alîkariyên bêkariyê alîkariyên diravîn bistînin (Arbeitslosengeld II). Di vê pêvajoyê de, divê hûn nexşeyeka bîmeya tenduristiyê ya nû jî hilbijêrin. Divê heqê dayiktî/bavîtîyê (Elterngeld) û diravên zarokan (Kindergeld) ji hev cuda bên sepandin. Agahiyên bêtir li ser vê: https://we-inform.de/portal/kmr/familie-kmr/

Heke hûn bixwazin, hûn dikarin yekî ku ji we re werger dike bînin randevûya xweya Navenda Kar. Karmendên Jobcenter dikarin ji bo alîkariya wergerê jî têlefonê ji hêleka hotline bikin.

Daxwaznameya penaberiyê hat redkirin

Heya derketina xwe ya bi dilxwazî an dersînorkirina we, mafê we yê standina alîkariyên diravîn ya mehane (Grundleistungen) heye. Mimkun e ku di demekê de alîkariyên diravîn ya we werin qut kirin. Heke ev yek bibe, biçin navendeka şêwirmendiya qanûnî.

Di hin rewşan de, dibe ku yarmetiyek destpêkê were dayîn da ku ji bo lêçûnên vegerîna welatê xwe bibe alîkar. Ji bo şîreta li ser vê yekê hûn dikarin biçin Flüchtlingszentrum (Adenauerallee 10, divê hûn randevûyekê çêbikin: info@fz-hh.de, +49 40 2840790, Duşem û Înî: 9ê sibê heta 1ê paşnîvro û 2ê paşnîvro heta 4ê êvarê, Sêşem û Pêncşem: Çarşem ji 9ê sibê heta 1ê paşnîvro û ji 2ê paşnîvro heta 5ê êvarê: 2ê paşnîvro heta 5ê êvarê, www.fz-hh.de).

Alîkariyên diravîn yên din ji bo zarokan

Ducanî

Ji destpêka ducanîbûna xwe û bi taybetî jî piştî zayînê, mafê we heye ku hûn alîkariyên diravîn ên cûrbecûr bistînin. Hûn ê wan alîkariyan hinekî wekî alîkariyên ne-diravîn (mînak kuponên kincan) û wekî alîkariyên diravîn bistînin. Ji bo daxwazkirina wan alîkariyan, bi nivîsgeha jêhatî ya Ausländerbehörde an Grundsicherungsamt (Fachamt für Grundsicherung und Soziales, Ofîsa ji bo lêzêdekirina xanenişîniyê li ser bingeha hewcedariyê di pîrbûnê de û di bûyera kêmbûna dahatê de û ji bo karûbarên civakî) têkiliyê daynin. Hûn dikarin ji Sozialmanagement/Rêveberiya civakî bipirsin ka bi kê re têkilî daynin. Berî zayînê divê hûn deftera qeyda ducaniyê (Mutterpass) ji dixtorê xwe bi xwe re bînin. Ji bo şîretkirinê, hûn dikarin her weha biçin navendên şêwirdariyê yên li vir li ser “Ducanî û dayik” hatine navnîş kirin: https://we-inform.de/portal/kmr/familie-kmr/

Komputer/Laptop ji bo Xwendekaran

Xwendekarên di bin 25 saliyê de dikarin ji 01/01/2021 dest pê bikin ji bo kirîna komputerek an laptopek û aksesûarên pereyan bistînin.

Pêşî divê xwendekar li dibistanê komputerek an laptopekê bixwazin. Heger ev peyda nebe, dê pêdiviya we ya zêde hebe (“Mehrbedarf”) û ji ber vê yekê dê ji aliyê diravîn ve were piştgirî kirin. Ev ji bo tablet, laptop an komputer û her weha ji bo aksesûar û çaperek heya 350 € mimkin e. Têkilî bi Navenda Kar an jî Grundsicherungsamt-ê re daynin.

Mînakî, hûn dikarin komputerên erzan li firotgehên civata IT (IT-Sozialkaufhäuser) bibînin): https://we-inform.de/portal/kmr/einkaufen-kmr/

Şîreta qanûnî

Ji bo pirsên qanûnî yên li ser mafê we ya ji bo alîkariyên diravîn, heke hûn dixwazin li hember biryaran îtîraz bikin an heke dirav xelet be û saziya jêhatî alîkariya we neke, ji kerema xwe têkilî daynin:

Öffentliche Rechtsauskunft (ÖRA)/Şêwirmendiya Hiqûqî ya Giştî (ÖRA)
Dammtorstraße 14, ji kerema xwe randevûyekê çêbikin: +49 40 428433072, (Duşem heta Înî 8ê sibê heta 2ê paşnîvro), www.hamburg.de/oera/

Ji bo agahdariyên bêtir, şîreta qanûnî dikare ji we re li wir were pêşniyar kirin. Her weha hûn dikarin rasterast bi her parêzerek re şêwir bikin. Lêbelê, ev bi gelemperî dê bibe sedema lêçûnên bilind.

Last updated: 12.01.2022